wpid-wp-1444255169304.jpg
LEZGÎN | Pûtîn bi tundî hişyarî da Tirkî

Peywendiyên tirkî û Rûsya her diçe têk diçe.
Rusya bi ketina sînorên asmanî yên Tirkiyê, aşkere gef li Tirkiyê xwar.

Lê helwestê Rûsya bi vêya jî bidawî nebû.
Li gorî nûçeya Moscow Times Putin bangî balyozê Tirkiyê yê Moskowa kiriye.

Li gorî nûçeyê hevdîtina Putîn û Nûnerê mezin yê tirk Umit Yardim 2 demhijmêr dirêj kiriye. Di vê hevdîtinê de gotubêjeka tuj û hişk derbas bûye.

Hate diyarkirin ku li himber derbirînên Putîn. Balyozê Tirk Rûsya jî weki hêzeke ku arîşeyan li Sûrî derdixe binav kiriye.
Li himber vê yekê Putin weha axifiye ;

“Wê demê biçin ji wî serokê xwe yê diktatorre bêjin, li gel terorîstên Daîş hetanî bi dojehê dikare biçe. Ez dê Sûrî ji bo Erdogan û hevkarê wî  Siudî werçerxênime Stalingrad. Her ji Hitler xirabtir nînin.”

Putin weha berdewam kir.
“Ew çawa dirûtiye ku Serokkomarê we yê demokrasiyê diparêze, Desteseriya leşkerî ya Misrê li erdê dixe ji aliyê dîtir ve, ji yên dixwazin serokkomarê Sûriyê bixin re çavê xwe digre.

Hate diyarkirin ku Putin derbiriye ku welatê wî rêvebiriya rewa ya Sûri tenê nahêle û li hel hevkarên xwe Îran û Çinê dê çareyeke siyasî bo vî şerê kur yê nijadî û mezhebî bibînin.

Nûkirina Dawî : 08 Oct 2015 0:01

Xwendin: 155