• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN | Parêzerê Kurd Tahir Elçî hate kuştin

LEZGÎN | Parêzerê Kurd Tahir Elçî hate kuştin


barkirin: Gelarêzan 28, 2015, 6:44


İro berî nivro li Sûr a Amedê di dema serokê baroya Amedê Parêzer, Çalekvan û siyasetvanê Kurd Tahir Elçî civîneke rojnamevaniyê pêk anî şerê çekan derket û di nav aloziyê de siyasetvanê Kurd hate şehîdkirin.
Dema şehîdkirina Tahir Elçî ji aliyê kamerayên rojnamevanên li cihê bûyerê ve hate tomarkirin.

Di bûyerê de polîsekî tirk bû armanca guleyan û mir du polîs jî birîndar bûn.

Li gorî dîmenên dema bûyerê de polîsên nêzîkî tahir elçi berê çeka xwe didine wî û gula berdidin.

Tahir elçi beriya çend heftiyan di bernameyeke Televizyonê de gotibû “Pkk ne teroriste. Her çend hindek çalekiyên wê bikevin beşa terorê de jî, hêzeke siyasî ya giringe”

Tahir Elçî di heman demê de parêzerê şehîdên Roboskî û gelek dozên dîtir bû yên ji aliyê dewletê ve hatî kirin.

TAHIR ELÇÎ KÎ YE?

dîtin: 242

Pêveker:

lezgÎn parêzerê kurd tahir elçî hate kuştin