wpid-wp-1445900401270.jpg
Li Amedê 7 DAÎŞ û 2 leşkerên xeyalî hatin kuştin

Dewleta Tirk dîsan “DAÎŞ” bikar anî û filimeki derewa li Amedê kişand.
Bi hejmareka zêde leşker û tîmên taybet êrîşî xaniyên vala hate kirin.
Piştî vê şovê di hemî medya Tirkiyê de hate ragihandin ku li Amedê operasyonek dijî Daîşê hatiye pêkanîn û di encama vê operasyonê de 7 endamên daiş hatine kuştin û 2 leşker jî hatine kuştin.

Ev şano ewqas dewlemend bû gotin ku endamên daiş ê bi bombe ve êrîş anîne ser leşkerên tirk û wisan hatine kuştin.

Şanoya tevger û operasyona dewleta tirk ya bi derewa Daîş ê di roja xwe de aşkere bû.

Xaniyên tîmên taybet êrîş kirin xanî valane. Û kesek nehatiye kuştin.

Nûkirina Dawî : 27 Oct 2015 8:15

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 135