• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin


barkirin: Rezber 10, 2015, 11:46


Piştî ku roja pêncşemê (8’ê Cotmehê) pênc partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser çareserkirina pirsgirêka Serokatiyê Herêmê negeheştin tu encaman xwepêşanderan bi keviran êrişî cihê civîna wan kirin.

Herêma Kurdistanê zêdetirî salekê ye ku bi krîza aboriyê re rûbirûye û nekariye meaşê karmendan di dema xwe de bide.

Sedema vê yekê pirsgirêka bi Hikûmeta navendî ya Îraqê li ser şandina petrola Herêma Kurdistanê û neşandina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve û şerê bi çekdarên Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê tê ragehandin.

Tevî wan pirsgirêkan lihev nekirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bûye sedema nerazîbûna raya giştî û rewş li hin bajaran tevlihev e.

Li bajarên weke Silêmanî, Kelar, Raniyê, Helebçe, Pênciwîn, Seyîd Sadiq, Çoman, Hewlêrû Duhokê xwepêşandanên gel berdewamin.

Xwepêşandanan berê ji aliyê karmendên dewletê ve hate rêkxistin û daxwaza meaşê xwe yê paşdemayî dikirin, lê ji roja pêncşemê arasteya xwepêşandan ber dijberiya bi partiyên hevpeyman di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî ve çû. Ew yek bûye sedema nakokiya di navbera partiyan, li ser vê rewşê, li gelek bajaran rewşa awarte hatiye ragehandin. Alîgirên partiyan jî êrişî ser bûruyên partî û saziyên hev dikin, lê ji aliyê hêzên ewlekariyê rê li wan tê girtin.

Herî dawî îro (10’ê Cotmehê) li bajarê Silêmaniyê xwepêşanderan êrişî ser bûruya kanala Rûdawê kirin, li aliyê din li bajarên Hewlêr û Duhokê jî hêzên ewlekariyê êrişî ser her du kanalên NRT û KNN’ê kirin.

Silêmanî û derdora vê weke navenda YNK û Tevgera Goran tê naskirin û Hewlêr û Duhok jî weke keleha PDK’ê li Başûrê Kurdistanê têne naskirin.

Ligor agahiyên dawî, hejmara kuştiyên despêka xwepêşandanan heya niha 6 kes hatiye ragehandin û gelek kes jî birîndar bûne.

 

– Îro di xwepêşandana bajarê Kelarê de, du ciwanan (19 û 25 salî) jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Di heman xwepêşandanê de bûruya PDK’ê li Kelarê ji aliyê xwepêşanderan ve hate şewitandin.

– Herwiha tendurustiya Silêmaniyê îro ragihandiye, ji destpêka nerazîbûnan heyan niha hejmara birîndarên ku bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatine veguhestin gihiştiye 51 kesan.

-Tendirustiya Raniyê jî di daxuyaniyeke wisa de hejmara birîndarên ku bo nexweşxaneya wî bajêrî hatine veguhestin 25 kes ragihandiye.

– Pênciwîn 3 kes

– Seyîd Sadiq 21 kes ku çar ji wan hêzên ewlekariyê ne.

dîtin: 173

Pêveker:

li başûrê kurdistanê nerazîbûn zêde dibin