Li Çarqurne keçeke 25 salî xwe şewitand

Li Çarqurne keçeke 25 salî xwe şewitand

Jineke 25 salî xwe şewitand

Îro danê sibê li navçeya Çarqurneya ser bi Silêmaniya herêma Kurdistanê jineke temen 25 salî xwe şewitan. Jina ku xwe şewitand rakirin nexweşxaneyê lê ji ber giraniya birînên wê nehate rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Kurdistanê rûdanên destdirêjî û tundiya li dijî jinê û her weha rûdanên xwe şewitandina jinan kêm nabin. Jinek din li Navçeya Çarqurneya ser bi Silêmaniyê xwe şewitand.

Der barê rûdanê de berpirsê polîsên navçeya Çarqurne Murad Elburehman Evdile ragehand ku jina 25 salî li taxa Kurdistan ya navçeya Çarqurne, destê sibê agir berdaye bedena xwe.

Evdile daxuyand ku jina xwe şewitandî rakirine nexweşxaneya navendî ya ranyayê û piştî hingî rewaneyê nexwseşxaneya Silêmaniyê kirine. Berpirsê polîs Evdîle got ku ji ber giraniya şewata laşê wê, nekariye der barê rûdanê de biaxive û her weha jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê jî dayik û bavê jinê bo lêpirsînê şandine dadgehê.

 

Jêder: Pukmedia