Li Çînê 333 milyon mirov, wêjeyê ji Internetê dixwînin

Li Welatê Çînê yê hejmara niştecîyên xwe 1.379 milyar mirove, 333 milyon kes berhemên wêjeyî bi rêka înternetê dixwînin û bêhtir jî bi rêka telefonên desta dixwinin.
Bi pêşketina teknîkê ve êdî telefonên desta dikevin şûna computerên mezin û giran.
Li gorî encamên dawiya sala 2016 ê nirxê firoşgeriya torê ya wêjeyê geha 1.3 milyon dolar. Zanyarî ji aliyê Rêvebirîya Televizyon, radyo, film, weşan û çapemenîya Çînê ve hatine belavkirin.
Li Çînê Kongreya wêjeyê ya ku 11 ê vê mihê destpê kirî îro bidawî dibe.