azad_zal_rewanbej
Li Cizîrê me xwe dît; Lê bi çi awayî? | Azad Zal

Roja 12 Îlona 2015an, wekî nivîskar û rewşenbîr ên endamên Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd, em 15 kes (1) çûn Cizîrê.

Em çûn Cizîra ku heşt rojan di bin dagirkerî û dorpêçkirina hêzên kujer ên tarî û taybet de bû.

Bi daketina Cizîrê re bêhneke bi her awayî bindestî, mirin û kaviliyê li ser çavê me xist. Em ketin nava bajarekî mirî… Belê bajar miribû. Lê dema ku em ber bi çar-riya Cizîrê ve çûn; kom bi kom, ref bi ref mirov li hev digeriyan û ber bi qadê ve dimeşiyan. Ew bajarê kavilkirî yek caran di çavên wan kesên ku dimeşiyan de vedijiya ji nû ve.

Bajar kavilkirî û mirî, mirovên wî bajarî bihêrs û hêza berxwedêriyê bûn. Em piştî wê, daketin nava kolanên Cizîrê. Taxên Cizîrê tevekî xirab bûbûn, kavil bûbûn.

Em li taxa “Nûr”ê geriyan.

Hemû mal wêran bûbûn, hemû xanî birîndar bûbûn. Hemû kolan rabûbûn raperînê û serî hildabûn.

Lê…

Lê çavên wan zarok û jinên cizîrî bi awayekî din diqîriya, gazinc û hêrs li nava hev ketibûn û bi ser me de bariyan. Me di çavên wan de tiştek xwend;

Aştî di hemêza Cizîrê de fetisî… Bila kes li Cizîra Botan qala aştiyê neke… Li Cizîrê peyva tazi;

“Ev deh roj in hun li ku ne?

Piştî ku wan em kuştin, hûn hatin çi?” 

 

Piştî van peyvên veşarî, lê li ser rûyê me ketin û eşkera bûn diviya bû ku em li xwe vegeriyana.

Bi rastî jî divê ku em li xwe vegerin. Cizîra ku me li me vegerand û divê ku em li xwe mikur werin, ji me re gelek tiştan got…

Belê em çi ne? Em kî ne? Em çawa ne? Em li ku ne?

Bi riya cizîriyên çav-hêrs û berxwedêr me berê xwe da xwe û em li xwe mikur hatin;

Em nivîskar in… Em rewşenbîr in… Em li pêş gel in…

Lê niha em li ku ne?

Çima em li paş gel mane?

Çima em dûr mane?

Em dûr û li ku mane?

Em siyasetmedar in…
Em parlamenter in…
Em hevserok û hevşaredar in…
Em “emanetgirên dengê 6 milyon dengdaran”, “îradeya 30 milyon însan” in…
Em 80 parlamenter, 100+100 hev-şaredar, çend hezar berpirsên şaredariyan, mudir û hev-serokên daîreyan… Em nîv-xwediyên dewletê ne…
Em em in, û em gazinan ji kesê nekin… Hela qet û qet em gazinan ji neyar û kujerên xwe nekin…
Em piştî mirinê çûn hewariyê…
Em gazina ji kesê din nekin; em ji xwe bikin… Piştî 10 rojan Cizîra kavilkirî û xirabe… Em ji xwe bipirsin;
Dema li Cizîrê mirin dibariya em li ku bûn?
Dema li Cizîrê zarok di dema lîstikê de hatin qurmiçandin em li ku bûn?
Dema li Cizîrê berikên bi jehrî li kezeb û dilê me yê berxwedêr diket em li ku bûn?
Dema li Cizîrê tariya mirinê ket erdê em li ku bûn, em li ku bûn, em li ku bûn?…
Erê em li derekî bûn ku me xwe ji bîr ve kiribû… Erê em li Enqerê û riya Enqerê bi lîstikên zarokên Cizîrê dilîstin…

Dema ku li Gimgimê gule bera canê me dan, hevala me, jiyana me, namûs û şerefa me ya bi navê Ekîn Wan xistin bin lingan em di xew de bûn….
Dema ku li Farqînê agir bera mala me dan û ji me re û ji dê û xuşkên me re, dan dijûn û çêran em di berika germ ya pereweriyê de bûn…
Dema ku li Geverê dest dirêjî me û namûsa me kirin em li benda dawiya mehê bûn da ku em destê xwe û berîka xwe germ bikin…
Dema li Sûra Amedê ji me re gotin; “Em ê we di keviya Dîcleyê de li nava baxçeyên hewselê bifitisînin em ji xwe re li qulik û kozikên ku em ê bikaribin xwe veşêrin geriyan… Em li hincetên êrîtî bêrîtiyê geriyan… Me got; “Haya me ji azadî û serxwebûnê tune ye, em êrî ne…”
Em 80 parlamenter, 100+100 hev-şaredar, çend hezar berpirsên şaredariyan, mudir û hev-serokên daîreyan… Em nîv-xwediyên dewletê em li ku ne…
Em li ku ne…
Ên ku ji me re digotin; “Em ê dengê xwe bidin xwe…” ka “EM” li ku ne…
“Em” ku bûn “em” me xwe wenda kir… De ka îcarê em li xwe bigerin… Li Cizîra Botan, li Farqîn û Lice û Sûra Amedê, li Gimgima Mûşê, li Gevera Culemergê, li her deverên Kurdistanê em li xwe bigerin… Em ê xwe û kakilê xwe li van deveran, li nava giyana Kurdistanê bibînin…

Divê ku em li xwe bigerin…

Em dikarin xwe di berxwedêriya Cizîrê, di serhildêriya Gimgimê, di raperîna Geverê, di serîrakirina Farqînê, di rabûna ser piyan a Sûrê, di vejîniya Licê, di serbilindiya Kurdistanê de bibinin û ji xwe re bibêjin em hene…

Gava ku me xwe li van deran dît, em dikarin ji xwe re bibêjin; “Êm em in!”

—————
(1)Roja 11ê Îlonê ji bo piştgiriya Cizîrê Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd biryar dan ku herin Cizîrê. Daxuyanî jî hat dayîn… Roja 12 Îlonê nivîskar û rewşenbîr û aktîvîstên ku çûn Cizîrê ev bûn:

  1. Aydin ALP
  2. Azad ZAL
  3. Hesîp YANLIÇ
  4. Îrfan BABAOGLU
  5. Îsmaîl DÎNDAR
  6. Mem MÎRXAN
  7. Mihdî PERÎNÇEK
  8. Muslum ASLAN
  9. Bîrcan DEGÎRMENCÎ
  10. Osman OZÇELÎK
  11. Remziye ARSLAN
  12. Sînan OGUZ
  13. Şêxmûs SEFER
  14. Wedat ÇETÎN
  15. Yildiz ÇAKAR

 

AZAD ZAL KÎ YE?

Nûkirina Dawî : 15 Sep 2015 20:10

Xwendin: 250


Leave a Reply