cizir_12_09_2015_rewanbej
Li Cizîrê qedexeya derketina kolana rabû

Li Cizîrê piştî 8 rojan îro demhijmêr 07:00 ê serê sibê qedexeya derketina Kolanan rabû. Cizîr bûye xirbe. Her dever di nava xirbeyên dîwar û betonê de maye. Her dîwar şûna guleyên çekên sivik û girane. Kolan ji tiştên belavbûyî tijî ne. Xetên elektrîkê têk çûne. Telefon kar nake. Av nîne. Nan ji ber xirabkirina kargehan kême.

Daxuyaniya Waliyê Şirnexê;

Waliyê Şirnexê yê Komara Tirk wekî ku henekê xwe bi Kurdan bike diyar kir ku di vê demê de hêzên ewlekariyê dijî PKK tevgereke serkeftî pêk anîne û weha got; Di vê demê de ji ber ku bi hişyarî û sebir tevgeriyane em bo hemwelatiyên me yên hêja yê Cizîrê sipasiyên xwe ji dil dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hetanî neha çawa be ji neha û pêve jî ji bo parestina can û malê hemwelatiyên dijî PKK dê şer bête berdewamkirin.

Şandeyên yekem ketin Cizîrê

Şandeyên HDP bi tevlîbûna hevseroka giştî ya HDP Figen Yuksekdag, rayedarên HDP, DTK, KJA û STO yê, hindek parezvanên mafê mirova, serokên parezerên herêma li pey hev ketin Cizîrê.

Nişteciyên Cizîrê şandeyên hatî bi coşiyeka mezin û nîşanên serkeftinê pêşwaz kirin.

Li Bajêr hîna wêranî heye. Serê malekê tenê 5 nan têne belavkirin. Derfetê telefonê jî kême.

 

Rewanbêjcizir_12_09_2015_01 cizir_12_09_2015_02 cizir_12_09_2015_03 cizir_12_09_2015_04 cizir_12_09_2015_05 cizir_12_09_2015_06 cizir_12_09_2015_07 cizir_12_09_2015_08

Wêne: Cumhuriyet

Nûkirina Dawî : 12 Sep 2015 9:51

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 141


Leave a Reply