Li Colemêrgê jî xwepêşandanan destpêkir

Li Colemêrgê jî xwepêşandanan destpêkir

Îro danê şevê li bajarê Colemêrga Bakûrê Kurdistanê jî xwepêşandanek pêk hat û di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûnan rû da. Di dema pevçûnan de li taxa Gazî agir li komeleyekê ket.

Piştî rûdanên li Lîceyê û xwepêşandanên doh yên li Amedê Îro danê êvarê li bajarê Colemêrgê jî xwepêşandanan destpêkir. Çalakiyên bajarê Colemêrgê danê êvarî li kolanên dora bajêr destpêkir û li Taxa Gazî berdewam kir. Ciwanên ku li vê taxî civiyan rê ji hatin û çûnê re birîn û agir hilkirin. Polîsan bi bombeyên gazê mûdaxaleya ciwanan kir û li ser vê yekê pevçûnan destpêkir.

Di dema pevçûnan de agir girte avahiya komeleyekê bi sê qatî û beşek mezin yê avahiyê şewitî. Li ser vê bûyerê tîmên agirkuj mûdaxeleya agir kirin.

Li gor agehiyan li bajêr xwepêşandan û bûyer hêjta jî berdewamin.