Li dijî kurdan dibistanên ””şerê bajaran”” ava dikin!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganê ku ji her kesî re dijminatiyê dike niha jî li dijî kurdan di bin banê SADAT\'ê de dibistanên \'\'şerê bajaran\'\' ava dike.
Di her fersendê de Erdoganê ku dixwaze kurdan bi saxî binax bike, niha di bin navê parastinê de dibistanên \'\'şerê bajaran\'\' ava dike. Armanca Erdogan ew e ku çekdarên hov ên mîna DAÎŞ\'ê derxe holê.
Piştî îlankirina şer a li dijî kurdan ev biryar di meha tîrmehê ya sala 2015\'an de hatibû standin. Piştî ku Erdogan bajarên Kurdan wêran kir, ev rêxistina paralel ava kir.