Li Duhokê lehî rabû 4 kes kuştin

Navenda Nûçeyan/ Şevê din li Duhokê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê çar endamên malbatekî jiyana xwe dest dan.
Herwiha hevwelatiyek jî bi otombêla xwe ve ber avê çûye û hê jî nehatiye dîtin.
Lehî li rûbarê Hişkerû rabû ku di nava bajarê Duhokê de derbas dibe.
Di encama baran barîne de zêdetirî 100 malan jî zirar dîtine û 30 otomobîl jî bin av bûne.
Îsal pêleke baran barînê Herêm û bajarên Herêma Kurdistanê jî di nav de vegirtiye û gelek caran bûye sedema xisaran.