• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Ferqînê berxwedan didome, li Şirnexê Dewletê 2 kes kuştin û 9 birîndarin

Li Ferqînê berxwedan didome, li Şirnexê Dewletê 2 kes kuştin û 9 birîndarin


barkirin: Rezber 3, 2015, 2:49


Li Nisêbîn, Ferqîn û Şirnexê ji şevêdî ve êrîşên Dewletê didomin.

Li navçeya Farqînê êrîşa polîs û leşkaran a li hemberî gel berdewam dike û li girên başûrê navçeyê şewat derket. Li hemberî êrîşan berxwedana gel li hemû taxan belav bû.

Li navçeya Farqînê êrîşa polîs û leşkaran a li hemberî gel berdewam dike û li girên başûrê navçeyê şewat derket. Li hemberî êrîşan berxwedana gel li hemû taxan belav bû.

Li navçeya Farqînê ya Amedê êrîşa polîs û tîmên taybet a li hemberî gel berdewam dike û li hemberî êrîşan berxwedana gel jî berdewam dike. Li gel êrîşên polîsan, serdagirtina malan jî berdewam dike û hate zanîn tîmên taybet deriyên malan dişkînin û welatiyan derb dikin. Di dema polîsan êrîşî taxên Tekel, Mescît û Konakê kirin de li girên derdorê şewat derket. Di encama şewatê de tankên li giran hatibûn bicihkirin neçar man paş ve biçin. Berxwedana gel li taxên din jî belav bû. Li Taxa Ferîdûn jî gel li hemberî êrîşan dest bi berxwedanê kir.

Piştî ku li navçeya Amed Farqînê îro ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin, tankên artêşa Tirk ketin navenda navçeyê.

Piştî ku li navçeya Amed Farqînê îro ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin, tankên artêşa Tirk ketin navenda navçeyê. Ji wesayîtên zirxî anons li gel tê kirin ku dernekeve deve. Taxên Tekel, Konak, Ferîdûn û Mescîd hatin dorpêçkirin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku bendên li pêşiya taxa Tekelê hatin danîn, ji aliyê tankan ve hatine bombekirin û ev topbaran dewam dike. Heman çavkaniyan diyar kirin ku li ser banên xaniyan û cihên bilind ên navçeyê, sekvan hatine bicihkirin.

Li Şirnexê 2 kes kuştin 9 kes birîndar kirin

Li Taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di dorpêça polîsan a ku duh destpê kir 2 kes hatin qetilkirin, yek jî giran 9 kes hatin birîndarkirin. Di encama dorpêça ku heta seat 04.30’an berdewam kir de mal û wesayîtan zerarekî mezin dîtin.

Li Taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di dorpêça polîsan a ku duh destpê kir 2 kes hatin qetilkirin, yek jî giran 9 kes hatin birîndarkirin. Di encama dorpêça ku heta seat 04.30’an berdewam kir de mal û wesayîtan zerarekî mezin dîtin.

Li Taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di encama dorpêça polîsan a ku duh serê sibehê destpê kir polîsan bi bombe û funyeyan ve xendekên ku gel ji bo ewlehiya xwe vekiribûn tax kirin xirbe. Li taxa ku bi dehan wesayîtan ve hate dorpêçkirin welatiyên bi navê Abdulhamît Înal û welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û tîmên taybet bi guleyan tax heta êvarê gulebaran kir. Li taxa ku gel bênavber berxwedana xwe berdewam kir yek jê giran 9 kes birîndar bûn.

Ciwanê bi navê Nîhat Caner sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hate kirin. 8 welatiyên din jî hate hînbûn ku rewşa wan baş e û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên dermankirin.

XETÊN ELEKTRÎKÊ Û BORUYÊN AVÊ ZERAR DÎTIN

Di êrîşê de xetên ceryanê yên li taxê hemû hatin texrîbkirin û ji duh serê sibehê heta niha elektrîk nayê dayîn. Polîsan bi îdîaya di xendekan de teqemenî hene bi funyeyan ve ev der teqandin û ji ber vê yekê gelek dikan û wesayîtên welatiyan zerareke mezin dîtin. Ji ber teqandina funyeyan rêya taxê jî zerareke mezin dît û xetên boruyên avê jî zerar dîtin.

Ji ber guleyên ku tîmên taybet avêtin taxê gelek derî û pencereyên malan jî zerar dîtin. Li taxê hatin û çûyîna wesayîtan jî hatine qedexekirin.

ÊRÎŞÎ GELÊ KU LI BER XWE DIDE KIRIN

Li aliyê din li dijî dorpêça polîsan welatiyên taxên Dîcle, Yenî Mahalle, Cumhuriyet û Bahçelîevler ku ji bo piştgiriya Taxa Yeşîlyurtê daketin kolanan jî çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Polîsan bi bombeyên gazê ve êrîşî gel kir.

HEYETAN LÊKOLÎN KRİN

Piştî ku dorpêç bi dawî bû rêxistinên wekî ÎHD û Baroya Şirnexê jî di nav de rêxistinên sivîl ên civakî ji bo li Taxa Yeşîlyurtê lêkolîn bikin hatin taxê û lêkolîn kirin. 

 

Hawarnet

dîtin: 206

Pêveker:

li ferqînê berxwedan didome li Şirnexê dewletê 2 kes kuştin û 9 birîndarin