• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Fransayê terembêl lihev ketin bû dojeh

Li Fransayê terembêl lihev ketin bû dojeh


barkirin: Rezber 23, 2015, 10:12


Li Fransayê, devereke çiyayî ser bi navçeya Puisseguin ê ya 60 km nêzîkî Bordeaux ê Buseke ku pîremêr û pîrejinan digerînê û TIR ek li hev ketin di encam de 43 kesî jiyana xwe jidest da.

Vê sibê demhijmêr 7:30 an li quntara çiyê de, di fitlonekeke asê de ajovanê terembêla rêvinga desthilata xwe ya ajotinê winda kir û li Terembêla bar ya himber da. Di encama bûyerê de yekser agir girte herdu terembêla û 43 kes mirin 7 kes jî birîndar bûn. Wezîrê navxweyî, şaredarê Bordeaux û rayedarên dîtir bi lezgînî çûne cihê bûyerê.

Hate diyarkirin ku beriya neha jî nişteciyan ragihandibû ku ew dever cihekî metirsiye bo rêvingiya navgînan.

dîtin: 186

Pêveker:

li fransayê terembêl lihev ketin dojeh