Li Geziyê fitara BDP’ê hate astengkirin

Beriya fitara BDP’ê ya ku divêya li Parka Geziya Stembolê pêk bihêt rastê astengiya polîsan hat. Beriya fitarê polîsan park girtin û destûr nedan ku çi kesek bikeve parkê.
Her sê arlementerên Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yên Stembolê Sirrî Sureyya Onder, Sebahat Tuncel û Lewent Tuzel plan kiribûn ku li Parka Geziyê xwarina fitarê bidin. Beriya danê fitarê polîsan park girtin û destûr nedan ku çi kesek bikeve parkê.
Polîs li gel meydana Taksîmê, cadeya Îstîklalê jî dahet vala kirin. Hate gotin ku di meydanê de 3 kes ji aliyê polîsan ve hatine girtin.
Rewanbej.net