Li herêma Kurdistanê dengdanê destpêkir

Li herêma Kurdistanê dengdanê destpêkir

Li herêma Kurdistanê hilbijartinên parlementoyê destpê kirin. Dengdêrên herêmê ji bo diyarkirina 111 parlamenteran û hikûmeta nû diçin ser sindoqan. Di hilbijartinan de wê her kesek du dengan bikarbîne, yek ji bo partiyê  û ya din jî bo namzet bê bikaranîn.Li herêmê roja pênçşemê pêşmerge, xebatkarên ewlekariyê, yên tendurustiyê û girtiyan dengên xwe da bûn.

Li herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê vê sibê destpê kirin. Hejmara kesên ku dengê xwe bidin 2 milyon 818 hezar kesin. Di hilbijartinê de dê navê 111 kursiyên nû yên parlamenê aşkere bibin. Roja Pêçşemê hêzên asayîşê, nexweş û karmendên tendurustiyê û girtiyan dengê xwe dabûn. Komisyona hilbijartinan ragihandibû ku asta bedarbûnê 93.3 ji sedî ye. Çav li rê ye ku beşdarbûna îro jî di wê astê de be.

Li herêma Kurdistanê bi giştî 27 partiyên siyasî û 4 endamên serbixwe beşdarê pêşbirka hilbijartinên parlementoyê dibin. Ji van partiyan 19 partî yên Kurdin û yên din jî yên Tirkmen, Asurî-Suryanî, Keldaniya ne. Li gor encamên hilbijartinan dê 100 kurdî bo partiyên Kurd û 11 kursî jî bo partiyên din bihêne veqetandin.

Di hilbijartinên çar sal beriya niha de PDK û YNK bi lîsteya hevpeymaniya niştîmanî beşdarê hilbijartinan bibûn û her du partiyan 60 kursî bi dest xistibû. Tevgera Goran jî 25 kursî bidest xistibû. Lê belê di vê hilbijartinê de her du partiyên mezin PDK û YNK cuda beşdar dibin.

Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê bêyî hebûna serokê xwe Mam Celal bikeve hilbijartinan. Ji ber vê dihête gotin ku nebûna Mam Celal dê kar li dengên YNK bike.