• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Herêma Kurdistanê êrişa ser kanalên ragehandinê

Li Herêma Kurdistanê êrişa ser kanalên ragehandinê


barkirin: Rezber 10, 2015, 9:58
xwendin: 157


Îro (10’ê Cotmehê) Hêzên ewlekariyê li bajarê Hewlêr û Duhokê êrişî ser bûruyên Kanala NRT kirin û hemû karmend û rojnamevanên vê kanalê binçav kirin.Ligor daxuyaniya nivîskî ya kanala NRT, demjimêr 8:45 hêzeke Asayişa Hewlêrê êrişî ser bûruya kanala wan li Hewlêrê kirine, ofîs daxistine û piştî demekê karmendên wan li nêzî xala pişkinîna gundê ’’Dîgele’’ ya nêzî bajarê Koyê azad kirine.

Di daxuyaniyê de tu zanyariyeke derbarê nasname û hejmara karmendên binçavkirî nehatiye.

Di beşeke din ya daxuyaniya NRT’yê de, berpirsyaretiya êriş û metirsiya ser jiyana karmend û rojnamevanên xwe xistiye stuyê hêzÊn ewlekarî û asayişa di bin kontrola PDK’ê.

Kanala NRT di sala 2011’ê de li bajarê Silêmaniyê dest bi weşanê kiriye û çend roj piştî weşanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rastî êrişê hatibû.

Herwiha îro xwepêşanderên nerazî li bajarê Silêmaniyê êrişî Bûruya kanala Rûdawê kirin û ligor zanyariyan zirareke mezin gihandine bûruya vê kanalê.

Di nerazîbûnên du rojên dawî ya xelkê sivîl li Herêma Kurdistanê, li çend bajêrana herî kêm 6 hevwelatiyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Daxwaza xelkê çareserkirina krîza aborî û mûçeyên paşdemayî û çareser nekirina pirsa Serokatiya Herêmê ji aliyê aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê ye.

Pêveker:

li herêma kurdistanê êrişa ser kanalên ragehandinê