Li Kenyayê hejmara miriyan gehişte 59 kesan

Li Kenyayê hejmara miriyan gehişte 59 kesan

Doh rêxistina El Şebap ya ser bi El Qaîdê li Kenyayê êrîşê supermarketekê kiribû. Çalakiya êrîşkaran berdewam dike û hejmara miriyan jî gehişte 59 kesan. Heta niha jî bi dehan kes di destê çalakvanan de ixsîrin.

Çavê tevahiya cîhanê li ser paytexta Kenyayê Nairobiyê ye. Doh rêxistina El ŞEbap ya ser bi El Qaîdê êrîşê supermarketekê kir û 59 kes kuştin û bi dehan kes jî ixsîr kirin. Di êrîşê de 293 kes bi birîndarî rizgar bibûn. Li gor agehiyan çalakiya li Naîrobiyê hêşta jî berdewame.

Nêzîkê 10 milîtanên El Şebap dema ketine nava supermarketê gule li ser xelkî reşandin. Çalakvan dixwazin Kenya leşkerên xwe yên li Somaliyê paşde vekêşin. Hate gotin ku di êrîşê de kesên ne misliman dihêne kuştin.

Serokdewletê Kenyayê Uhuru Kenyatta diyar kir ku di nava kesên mirî de xizmên wî jî hene û daxuyand ku armanca terorîstan tirsandine û lewma jî ew dê serê xwe li ber nedanin.

Operasyona ji bo bi dawî kirina çalakiyê jî berdewam dike.

Rewanbej.net