Li Kerkûkê teqîn: 12 kes mirin

Li Kerkûkê teqîn: 12 kes mirin

Doh bi şev li bajarê Kurkûkê li dijî du mizgeftan di heman demî de êrîşên bombeyî pêk hatin. Di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.

Di meha Remezanê de êrîşên bombeyî yên li Îraqê zêdetir bûne. Bi taybet êrîşên li dijî mizgeftan dijwariya nakokiyên di navbera mezheban de aşkira dike. Doh bi şev jî di dema nimêja terawîhan de li bajarê Kurkûkê du êrîşên cuda pêk hatin. Di êrîşa li dijî mizgefta Emer Bin Ebdulezî de kesekî xwekuj di nava mizgeftê de xwe teqand. Di heman demê de li dijî mizgefta Salih jî êrîşek pêk hat. Bombeya ku berî hatibû bi cîh kirin hate teqandin.

Li gor nûçeya malpera Rudawê rêveberê polîsên Kerkûkê Serhed Qadir der barê hêjmara her du teqînan de agehî dane û gotiye ku di herdu teqînan de welatî hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.