TGS Baskani: Basbakan ne soylerse soylesin bu ulkede basin ozgu
Li medya Kurdî xwedî derkevin | Hawarnet
AMED, bakurê Kurdistanê- Rojnamgeriya Kurdî ji roja pêşî ku dest bi meşê kiriye rastî zext û qedexeyên dagirkeran ve rûbirû maye. Ji ber ku Kurdistan ne serbixwe ye bi avayekî xwezayî jî erka sereke ya rojnamgeriya Kurdî jî bûye piştgirî dayîna têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê û hişyar kirina gelê Kurd. 114 sal rojnamegeriya Kurd bê navber di bin zor û zextên dijminên Kurdan de ye.

Hê jî li Tirkiye ye rojnameyên ku ji hêla Kurdan tên çapkirin her roj bi girtinê re rû bi rû dimînin. Dewleta tirk yek ji wan welatan ye ku înternet tê asteng kirin.  Heta niha ji layê dewleta Tirk gelek weşanên medyaya Kurdî ya ser înternetê hatine qedexe kirin û her roj malperên nû têne asteng kirin. Di heman demê de dewleta Tirk hewl dide ku medyaya civakî jî asteng bike..

Divê kurd jî bîr nekin ku pêşketina weşeneke Kurdî bi giştî medyaya Kurdî ne bihêz bûna xwedîyê wan weşanan e. Di têkoşîna serxwebûna Kurdistan û pêşxistin-parastina şaristanîya Kurdî û pêşketina aborî de bareke mezin bi qasê partî û rexistinan dikeve ser milê medyaya Kurdî.

Bi medyaya xwe Kurd dikarin hîn bibin, bûyeran fêm bikin,kêfxweş bibin,xwe bigêhînin dinyayê,rexistinên xwe beralî bikin,şerê psîkolojîk de bihêztir bin,xwe pêş bixînin û biarimînin û gelek tiştên din… Pêşketina medyaya kurdî di heman demê de bi hêz bûna her Kurdekî ye di sîstema cihanê de û pêşketina çand, huner, wêje, ziman, dîplomasîya Kurdî ye jî.

AKP ku ji ber neçariyê weşana kurdî dan dest pê kirin, behsa beşa kurdolojiyê dikin lê dema kurd zimanê xwe bikar tînin tên ceza kirin. AKP bi vê bûyere careke din rûyê xwe rastî nî nîşan da. Ger li Tirkiye ser zimanê Kurdî zordarî û pêşî lê girtinên mezin nebûya dibe ku vebûna kanala Kurdî wek gaveke ji dil û bo berjewendiya Kurdan bihata şîrove kirin.

Lê wisa xuyaye ku dewlet û hikumta AKP li pêy xapandina Kurdan e. Vebûna kanala Kurdî bo têk birina zihniyeta înkara Kurdan a dewleta Tirk de gaveke mezin e, lê ji vê zêdetir bo Kurdan feydeya vê kenalê nîne. Heger dewleta Tirk serbest kirina zimanê kurdî de ji dil be û berjewendiya Kurdan difikire û naxwaze zimanê kurdî lawaz be divê gelek gavên din bo serbestîya zimanê kurdî bavêje.

Li Tirkiye ye rojnameyên ku ji hêla Kurdan tên çapkirin her roj bi girtinê re rû bi rû dimînin.

AKP hê jî hewl dide ku serkeftina hêzên siyasî ya kurdan asteng bike  û medyaya kurdî bêdeng bihêle.

Hedefa dewleta Tirk malperên Kurdan e

Dewleta tirk yek ji wan welatan ye ku înternet tê asteng kirin.  Heta niha ji layê dewleta Tirk gelek weşanên medyaya Kurdî ya ser înternetê hatine qedexe kirin..
Her wiha tê zanîn ku hin xwedîyên malperên kurdî ku ser serverên tirkan de weşan kirine û hatine tespît kirin ji layê dewleta Tirk ve hatine girtin.

Li tirkîye ji xeynî dewletê grubên faşîst yên Tirkan jî bênavber êrîşî weşanên Kurdan dikin. Lê êdî dewleta Tirk nikare ser cîhana înternetê bi Kurdan re hêsanî têbikoşe..

Dewleta Tirk amadekariya asteng kirina hemû malperên Kurdan û weşanên medyaya Kurdî yên ser înternetê dike

Ji ber vê yekê divê hemû xwendevanên ku ji bakurê Kurdistanê medyaya Kurdî ya elektronîk û malperên din ên Kurdan dişobînin. Tedbîra vê yekê bigirin.

Her wiha divê Kurd bi awayekî aborî jî piştgiriya medyaya Kurdî bikin û di warê fînanse kirinê de bibin alîkar.

 

Nûkirina Dawî : 30 Sep 2015 14:11

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 191


Leave a Reply