wpid-misir_turist.jpg
Li Misirê bi xeletî 12 turîstên Meksîkî hatine kuştin

Li Rojavayê Misrê, leşkerên Misrî bi hizra komên DAIŞ bi xeletî 12 turîstên Meksîkî û yek kesê Mistî kuştin.

Li gorî nûçeya Rauters ê devera ku bêtir turist lê digerin komên DAIŞ jî tevdigerin.

Di nûçeyê de hate ragihandin şevî dîtir leşkerên Misrê karwanekî turista dane ber gula û di encama gulebaranê de 12 Meksiki û  yek Misrî hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Serwezîrê Meksîkayê Enrique Pena Nieto kuştinên misrê şermezar kirin û yekser bang li rêvebiriya Kahîrê kir da ku bûyer bi berfirehî bête zelalkirin.

Rewanbej

Nûkirina Dawî : 14 Sep 2015 21:17

Xwendin: 119


Derbarê nivîskarde