Li Misirê rewşa awarte hate îlan kirin

Li Misirê rewşa awarte hate îlan kirin

Li Misirê piştî ku maweya 48 demjimêran ya wezîrê parastinê El Sîsî diyar kiribû bi dawî bû, rewşa awarte hate îlan kirin. Her weha di encama gulebarana artêşê ya îro de hejmara miriyan gehişte 200 kesan.

Li Misirê rewşa aloz her diçe girantir dibe û aramiya li welat mîna xeyalan dûr diyar dike. Piştî ku wezîrê parastinê El Sîsî alîgirên hikûmeta nû ji bo roja înê vexwende qadan û îro danê sibêjî leşkeran li meydana Adeviye gule reşandine ser alîgirên Mursî vê carê jî rewşa awarte hate îlan kirin. Li gor nûçeyên ajansan maweya 48 demjimêran ya El Sîsî diyar kiribû bi dawîbûye û artêşê daxuyandiyeku heger kesek derbikeve kolanê dê bihête girtin.

Piştî bûyerên îro jî rêxistina Birayên Misliman diyar kirin ku ew dê tekoşîna xwe berdewam bikin.Rêvebirê rêxistina Birayên Misliman Eşref Ebdulxefûr da zanîn ku bêyî serî li şer û pevçûnan bidin ew dê tekoşîna xwe bidomînin.

Ji aliyê din ve hate gotin ku hejmara miriyên li meydana Adeviye gehiştiye 200 kesan lê ajansa fermî ya Misirê diyar kirku hejmara miriyan 65 kesin.

Li welat piştî ruxandina desthiladariya Mursî cara yekem du parêzerên Komeleya Mafê Mirovan ya Nevnetewî ya Misirê bi serokomarê kevin Mursî re hevdîtinek encam dabû û diyar kiribû ku rewşa Mursî başe.

Rewanbêj.com