Li Misirê şerê navxweyî gur dibe

Li Misrê ji roja Yekşemê ve xwepêşandanên alîgirên desthiladariyê û yên mûxalîfan didomin. Vê carê jî di navbera alîgirên Muhemed Mûrsî û muxalîfan de pevçûn derket. Li gor agahiyan 7 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Misirê xwepêşandan veguherin pevçûnên bixwîn. Li gel paytext Qahîreyê li bajarên weke Îskenderiye, El Minufiye, El Xerbiye û Suweyşê jî xwepêşandanan destpêkir. Lê navnîşana agehiyên kuştî û birîndaran paytext Qahîre ye. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku li taxa Gîzeha bajarê Qahîreyê di navbera alîgirên Muhemed Mûrsî û muxalîfan de pevçûn derket, çek hatin bi karanîn û ji her du aliyan bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes birîndar bûn. Çavkanî radigehînin ku gelek ambûlans şandine devera bûyeran û termê heft kesan rakirine nexweşxaneyê.
Di yekemîn salvegera desthiladariya serokkomar Muhammed Mursî de partiyên mûxalefetê di gel tevgera Temerrud an ku îsyanê li dijî desthiladariya Mursî carekê din berê xwe dabûne meydana Tehrîrê û daxwaz kiribûn ku Mursî dest ji kar bikêşe. Muxalîfan îddîa kiribûn ku rêxistina Birayên Misilman hewl dide welat bi yasayên olî bi rêve bibe, her diçe rewşa aramiya Misrê têk diçe lewma jî divê desthiladarî bihête guhertin. Di xwepêşandanên doh û pêr de 16 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Li ser rûdanan artêşa Misirê jî şiyarî dabû serokkomar da di gel muxalîfan li pêkwere.
Piştî destpêkirina xwepêşandanên muxalîfan alîgirên Mursî jî ji bo piştgiriyê daketibûn qadan. Çavkaniyên herêmî dibêjin ji roja Yekşemê ve bi giştî 14 milyon kes daketine qadan. Ji ber rûdanan 5 wezîrên hukumeta Misrê jî dest ji kar kêşabûn.