• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Nisêbînê wekî herşev îşev jî teqîneke mezin pêk hat

Li Nisêbînê wekî herşev îşev jî teqîneke mezin pêk hat


barkirin: Êlûn 21, 2015, 11:13


Li Nisêbînê îşev berî bi demhijmêrekê dîsan teqîn pêk hat, xaniyên nêzîkî teqînê xisar dîtin.

Îşev destpêkê kamerayên dewletê yên taxa Cumhuriyetê bûne armanca guleyan. Piştî vê yekê leşker û hêzên ewlekariyê yên dewletê berbi cihê bûyerê ve ketin rê. Di dema derbasbûna navgîna leşkerî de teqemeniya di nava navgîneka dîtir ya kêleka rêkê de ji dûr ve hate teqandin.

Di encama teqînê de navgîna leşkerî tiştek pê nehat lê belê malên derdor xisar dîtin û du kes birîndar bûn.

Şeva bihurî jî pira Şehîdan hatibû teqandin.

Rewanbej

dîtin: 146

Pêveker:

li nisêbînê wekî herşev îşev teqîneke mezin pêk hat