• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Oremarê şer û îdîayên cuda

Li Oremarê şer û îdîayên cuda


barkirin: Gelarêzan 6, 2015, 1:13


Çend roje li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê di navbera Gerîllayên Kurd û artêşa Tirk de pevçûnên dijwar rû dane.

Ligor daxuyaniya nivîskî ya Navenda ragehandina HPG’ê du roj berê, roja 4’ê Mijdarê danê sibehê demjimêr 06.00’an artêşa Tirk hewl da bikeve xeta sînorê herêma Avaşîn û di encamê de di navbera gerîllayên PKK’ê û Artêşa Tirk de şer derketiye, ligor daxûyaniya HPG’ê  di çalakiyan de bi giştî 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Ligor medyayên nêzî dewleta Tirk jî di du çalakiyên wan de bi giştî 31 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane.

Ligor daxuyaniya HPG’ê di çalakiyê de gerîllayekî wan yê xelkê Maku ya Rojhilatê Kurdistanê bi navê Çeşîd Şaboyî (Azad Jiyan) jiyana xwe ji dest daye.

Şer û pevçûn hê jî li herêmê berdewame.

dîtin: 189

Pêveker:

li oremarê şer û îdîayên cuda