Li Qamişlo teqînek pêk hat zarokekî dehsalî mir

Li Qamişlo teqînek pêk hat zarokekî dehsalî mir

QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo teqînek rû da û di encamê de zarokek 10 salî jiyana xwe jidest da.Îro saet di 20.00᾿an de li ber Parka giştî ya taxa Xerbî ya Qamişlo ku derdora 30 metrî dûrî navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ye, bombeya ku ji aliyê kesên ne diyar di nava çopêde hatbû bi cih kirin teqiye. Di encama teqînê de zaroka 10 salî ku ji ber rewşa xizanî di nava çopêde digeriya jiyan xwe jidest da.

(ie)