Li ser HDP, Partiya Demokratik a Gelan

Li ser HDP, Partiya Demokratik a Gelan

Waxta ku parlementêrên me yên kurd ji BDP. ê veqetiyan çûne HDP ê, em dêhnê xwe didinê de hin kurdên me yên ji vê bûyerê ne xweşin û ne razîne. Ew kurdên ku ji vê bûyerê ne xweşin û ne razîne dibejin ev bi salana me ev tekoşîna meşandiye, me bedel daye, em gihîştine astekê û van destkeftinên me yên kurdan hamuyan teslîmî tirkan dikin. Ez dikarim ji wan kurdan re vêya bibejim, evya mahnene, nijadperestiye, ji tekoşînê bazdane û ya dawî jî ne naskirine rêberê gelê kurd bi rêz APO ye. Min car ne din jî anîbû zimên gelê kurd nizanê siyasetê bike, Rêber APO ji ev gotina gotibû, ev projeya HDP projeya Reberê gelê Kurd bi rêz APO ye, bi salane li ser vê proje yê di xebitê, kesên ku APO nasnakin ji wan were ku APO aşiqê şer e. Waxta ku bi rêz APO dest bi şer ê azadiyê kir, nêta wiya ew bû ku şeş haft salan şer bike û bi şûnde bi rê ya siyasetê tekoşina xwe berdewam bike, çek amûrekî tekoşîne ye, waxta pêdewî pê hebê tê bi karanîn, jiber înkara kurdan çek hatine bi karanîn, lê qonjûktûra dinya yê, şert û mercên rojhilata navîn kir ku ev şer a bi dehên salan berdewam bike.

Wekî ku em dizanin Rêberê gelê kurd bi dehan caran agirbest ilan kirin, jibonî ku peşiya şer bigrê, bi rêya siyasetê pisgiraka kurd çareser bike. Armanca Rêberê gelê kurd ne tenê pisgirêka gelê kurde, armanca bi rêz APO ewe ku di rojhilata navîn de gelê kurd, tirk, ereb, fers û gelêdin wê çawa bi şêwazeke aşîtiyane bi hevudin re bijîn, jibonê vêya tê dikoşê û siyasetê dike. Em dikarin ji vêya tenê derxînin ku proja Rêberê gelê kurd bi rêz APO ya jibonî HDP ê projeyeke raste? Di wextekî pirr kurt de HDP hate damezrandin û di 30 adarê de çû hilbijartinê. Dewletê hûcrê xwe yê şerê teybet xistin dewrêde û êrîşî HDP ê kir, bi her awayî ve HDP e dorpêç kir, nehişt ku tev biqeliqê. Dewletê dizanîbû ku HDP e li rojavayê tirkî bi ser bikevê û bermahiyên ku derî pergalê ne li derdora xwe bi civîne û wekî ku li Kurdîstanê BDP dengan distînê HDP jî li rojavayê tirkî dengan bistînê nema dikarin desthilatdariya xwe berdewam bikin. Em hemu bi vêya baş dizanin rêxistin û saziyeke ku ji dewletê re ne tahlûke bê Dewlet êrîşî wêya nakê û bi ser de naçê..

Ma qey Rêberê gelê kurd bi rêz APO nizanê ku Teyib Erdoxan nikarê pisgirêka kurd çareser bikê, ev pêwajoya hanê daye destpêkirin, gotinên APO yên di malperên înternetê de derketin di got Teyib Erdoxan wekî zarokana û tinazê xwe bi Teyib Erdoxan dikir. Ev rewşa xerab ku îro AKP ketiyêde hamu bi saye siyaseta Rêberê gelê kurde, her du lingên wan xistine sole kê de, bi şev û roj di xebitin bê wê çawa pêşiya kurdan bigrin û bê hêz bikin, lê dikin û nakin bi ser nakevin.Ez di wê bahweriyê deme ku ji ber vê xitimandina siyasete wan ya li hemberî kurdan Dewleta tirkan di dawîde serî li qatlîaman bixê, çimkî dîroka Dewlata tirkan ji van bûyeran tije ye. Dewletên emperyal, qapîtalîst û dagirker jibonî ku felsefa Rêberê gelê kurd bi pêş nekevê wiya girtin xistin girtîgeha îmrali yê, bi salan di yek hicrande îzole kirin, lê kirin û ne kirin pêşiya Rêberê gelê kurd ne gir- tin. Di wan pazdeh salên girtîgehê de û di van şert û mercên giran de Rê- berê gelê kurd bi rêz APO siyaseke bê hempa da meşandin xwe jî bi hêz kir û gelê kurd jî bi hêz kir. Rêberê gelê kurd dixwazê bi şêwazeke nerm fikr, raman û felsefa xwe di rojhilata navînde bidê runandin û jibonî vêya siyasetê dike. Ez di wê qanaetê de me ku hîn pirraniya me kurdan Rêberê gelê kurd nasnekiriye û wiya fam nekin. Di çi şert û mercandebê bila bê divê gelê kurd li serokê xwe xwedî derkevê, bi her awayî Rêberê gelê kurd jî însaneke û weke her însanî divê ku şaşî û xeletiyan jî bike, lê waxta gelê kurd piştevaniya rêberê xwe nekê û wiya bi tenê di nava destê dijmin de bihêlê, divê em vêya baş bizanibin ji bonî ku wiya ji hevudin veçirin gur ê har dinanê xwe di sîqirênin û amadene.

Tenê ez dikarim ji wan kurdên ku ji vê projeya HDP ê ne xweşin re vêya bibejim, bila tu mahnan nekin, nekevin nava neweyîyan de û li berjewendiyê xwe negerin. BDP e û kurdên ku li pey BDP ê ne, ne firiyane ne çûne ezmana, hamu li cihê xwe ne û bi hêzin fermo kesekî pêşiya wan ne girtiye bila tekoşîna xwe û siyaseta xwe berdewam bikin. Pêşgotineka me kurdan heye dibêjin ” jin be li ber mala xwe be”kî dibe bilabe ” ereb bê fers bê tirk bê” ferq nakê kesên ku li pêşberî vê pergala zalim û dagirker dinava hewldanan û tekoşîne de bê, emê jê re rêz bigrin û wiya li ser serê xwe deynin.Em nikarin wekî nîjadperestên tirkan, ereban û fersan bi fikirin waxta em wekî wan bi fikirin tu cudahiya me û wan jihevudin namênê. Gulan 2014

 

Nîşe: Armanc xwarina tirîye, ne kuştina nahtore.