• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li ser rewşa weşangeriyê û rexneyan çend têbînî

Li ser rewşa weşangeriyê û rexneyan çend têbînî


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Gelarêzan 23, 2015, 9:58


 

Di jiyana mirovan de hinek tiştên tê kirin pir hêsan dikarin bên kirin û kedek nayê dayin ji bo wan. Yek ji wan  jî rexneya ne analîtîk an jî ya bê bingeh û bêyî hizirandin û lêkolîn e. Ji vê cure rexneyê re mirov dikare bibêje “dev avêtin.”  Di gellek waran de ev cure rexne an jî devavêtin henin. Hinek kes ji dilê safî dixwazin tiştê di dilê xwe de bibêjin lê baş lêkolînê nakin û xwe noqî nav mijarê dikin.  Hinek jî bêyî berpirsiyariyekêne û zane ku tu kes ji wan hesab napirsin, ew jî ji xwe re peyvên qelew diavêjin holê. Hinek jî ji bo ku kedek wî/wê tune ye di vê qadê de wekî îroniyan ji bo kêfê diavêjin qada medyaya civakî. Ez dibêjim ku bila ne ji bexîlî û hesûdî be bila qe ev rexne hebin.

Mijara weşangeriyê û weşanan jî wisa ye, wekî gellek mijarên civaka kurd û gellek welat û gelên din.

Yên ku dibêjin “çima gel li pirtûkan xwedî dernakevin?” an “çima pirtûk pir nayê weşandin?” an “çima hindik weşanxaneyên kurdî beşdarî fuaran dibin?”, biborin lê haya wan kêm ji mirovên wan, ji welatê wan û gelê wan heye. Yan jî li welatine din dijîn. Gelo ew kes zanin ku çi hatiye serê kurdan, kurd û welatê wan di çi rewşê de ye? Gelo zanin ku rojev û mijara kurdan bi giranî û acîl û wekî êgir çi ye? Gelo zanin ku xwendekar di çi halî de nin û çawa debara xwe dikin? Gelo zanin ku her kesê kurdewar di tatêla giyanê xwe, giyanê merivê xwe û di tatêla cîranê xwe de ne aniha?

Hinekên jî ku dibêjin “çima weşanxane hindik in an çima beşdarî fuaran nabin?” û  wekî  din xwe ji bo kirîna pirtûkan nalivîne ji bo deverek din hene. Tu dibêjî qey pirtûkfirotin tenê ji wî/wê re li fuaran be ew dê bikire. Lê ji bîr dike ku teknolojî bi qasî bihostekê pirtûkan nêzî mirov dike êdî. Hilbet di demên ku ji bo civaka kurd normal de û aboriya weşanger û rewşa fînanseyê baş be, beşdarbûna fuaran baş e. Lê aniha bervajî vê rewşê ye; ne finansman, ne rewşa civakî têrî vê yekê nake ji pirên weşanxaneyan re ku beşdar bibin.

Wekî min li jor jî got, li ser axa kurdan, li bakurê Kurdistanê rewşa mirovan ne rewşeke dema normaliyê ye. Ne wekî rewşa welatên serbixwe, xwedî dewlet û xwedî aramî ne ye.  Û ji ber ku ne dema normaliyê ye, mirov jî nikare vê pirsa ku divê di dema normal de bê kirin, bike. Bi sedhezaran mirov di tatêla giyanê xwe, malên xwe û halê xwe de ne. Di tatêla piştgiriya ji têkoşînê de ne. Gellek deverên ku ji alî xwendina kurdî de di pêş de bûn ketine têkoşîneke bêaman, av tune, elektrik tune, nan tune û kuştin her tim li ber deriyê wan e. Rewş ev e. Piştî ku rewş ev be mirov çawa û bi çi awayî xwendina pirtûkan bixwaze bi awayekî hêsan? Yên li derveyî van deverana jî ne kêmî wan e û di tatola rojevê, di tatêla cîran û xîzm û gelê xwe de ne. Bawer bike hişê mirovan teqlo meqlo bûye û ne gengaz e ku yekî weşanger an pirtûkfiroş bi hêsanî ji mirovên kurd re, ji yê kurdîhez re bibêje çima tu pirtûkên kurdî nakire an naxwîne. Weşanger pirtûkfiroş fedî dike, şerm dike ku di vî halê mirovan de ji wan re bibêje pirtûkan bikirin. Dema mirov hin pirsan û xwestekan an jî rexneyan bike, divê teqez mirov rewşa Farqînê, Sûrê, Amedê, Nisêbînê, Gimgimê, Cizîrê, Silopî û  gellek deverên din bifikire.

Ha hûnê dîsa bibêjin ‘bi milyonan kurd hene li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku di rewşeke asayî de dijîn, çima ew naxwînin?’ Ez jî dibêjim, ji xwe wana gelekan jê berê jî nedixwendin. Û yên ku hêdî hêdî ji bin tirsa girtinê û qedexeyê ya salên nodî derdiketin û xwe ber bi kurdayetiyê didan, bi vî şerê dawiyê dîsa ketin bin bandora tirsê ku ji bo kurdayetiyê tiştek bê serê wan.

Û hûn karin qala şaredariyên kurd jî bikin. Belê şaredarî jî bi awayekî seferberî bi gel re mijûl in û bi vê rewşa têkoşîna hişk re têkildar in. Bi sedan bi hezaran peywîr û tişt ji wan tên xwestin. Di demên normal de êdî dest pê kiribûn ku projeyên çandî ji alî şaredariyan ve diketin meriyetê. Lê niha ne wekî salek berê an 6 meh merê ye. Rewş guheriye û bi awayekî erjeng hişê mirovan jiyana mirovan jî guherandiye.

Wekî gellek rewş û jiyana kurdan, mirov nikare rewşa weşangeriya kurdî û xwendina kurdî jî wekî welatên di rewşa aram û asayî de ne, binirxîne. Ma mirov dikare rewşa xwendina kurdî û weşanxaneyên kurdî, wekî yê tirkî bibîne û binirxîne? Qet ne wekî hev in. Mînak weke ku min di  di çend gotarên din jî heman tişt gotibû:

Dewlemendên tirkan jî alîkariyê didin weşanên pirtûkan. Mînak banqe bi xwe bi sedan pirtûk û berhemên hunerî çap dikin, dewlemend dibin sponsor û bi deh hezaran pirtûk dikirin. Her wiha 700 pirtûkxaneyên dewletê hene li navçeyan. Wan pirtûkxaneyanan jî pirtûkên tirkî dikirin, lê dewlet ji bo van pirtûkxaneyana pirtûkên kurdî nakire. Ji bo her pirtûkxaneyê mirov yekê bifikire (ku dibêjin her pirtûkxaneyek yek diçe ji wan re), 700 pirtûk ji weşanxaneyên kurdî re ne hindik e, hema hema hemû mesrefê pirtûkê û telîfê derdixe. Dewlemendên kurd jî qet nakirin û nabin sponsor. Dewlemendên welatparêz jî tenê berê xwe dane siyasetê îro belkî ji bêgavî, pirtûkên kurdî qet bala wan nakişîne. Heta niha bi piranî bi hewl û fedekariya nivîskaran ev kar dimeşe. Lê ew jî heta kîjan demê êdî nizanim.

Min bi xwe jî ji bo weşanxaneya Berbangê 3 caran bin nivîski serî li Wezareta Çandê daye ku pirtûkên kurdî bikirin û ji her yek pirtûkek derdikeve em ji wan re ji bo ji pirtûkxaneyan re bikirin, dişînin. Lê bersiva wan ev e: “ lijneya nirxandinê dê pirtûkên we binirxîne û ku hewce be, bi fêde be, dê ji bo kirînê we agahdar bike”. Lê belê Heta niha qet ji weşanxaneyekê re daxwaza kirînê nehatiye û min nebihîstiye yek pirtûka kurdî jî kiriye ji weşanxaneyên kurdî. Pirtûkxaneyên dewletê yên ku li bakurê Kurdistan in jî nakirin, ji ber ku ew jî bi wezaretê re girêdayî ne û pêşî daxwazê ji wezaretê re dişînin. Tenê heta niha min bihîstiye ku Pirtûkxaneya Dewletê ya Mêrdînê pirtûkên Mehmet Ûzûn stendine, bawer bikin ew jî bi piranî wergerên tirkî ne.  ,

Îjar em dîsa werin ser beşdarbûna weşanxaneyan ya fuaran; bi ya min beşdarnebûn li gor vê rewşa civakê ya li jor jî me qal kir, pir normal e. Heta ku hemî bi kêf û henek beşdar bûbûna (ji xwe ne mumkun e), mirov wê demê dê şaş bimana ku gelê kurd di  çi rewşê de ye û weşanger di çi rewşê de ne. Wê demê neliheviya rewşê dê derketa holê. Ango ev rewşa qelsbûna weşangeran û pirtûkfiroşan, kêmbûna xwendevanan ya niha pir normal e li gor rewşa pêvejoya têkoşîna civaka kurd.

Gelek rexne û pirsên din jî tên kirin ji bo weşanxaneyan û têkiliya wan bi civak û xwendekaran re. Yek jê jî “çima nivîskar dibin weşanger?” e. Di civaka kurdan ya bindest û bê dibistanên kurdî de, bersiva vê yekê ev  pirs e: ma nivîskar nebin weşanger dê kî bibin? Haya çend dewlemendî, karsazî ji pirtûkên kurdî, ji qada nivîs û wêjeya kurdî heye ku weşanxaneyan ava bikin û bixwazin bazirganiya pirtûkên kurdî bikin? Îro li gor vê rewşê ji bo nivîs û weşangeriya bi qalîte divê nivîskar weşangeriyê bikin. Ev li her derê dinyayê heye. Nivîskarên ne weşanger îro gazinan ji weşanxaneyan dikin, lê gelo çiqas haya wan ji aborî û rewşa civaka ku pirtûkan naxwînin heye? Di vê rewşê de her du sê heb nivîskar bibin yek û weşanxaneyekê ava bikin xerab e qey? Ev jî ne rêyek çareseriyê ye? Behremên li ber destê gellek nişvîskaran têrî deh weşanxaneyên nû dike ku ava bibin. Çima nivîskar bi xwe çap nakin bi avakirina weşanxaneyekê re? Çiqas weşanxane pir bin ewqas baş e, welew ku pirtûkên bê qalîte jî bê weşandin, ji ber ku her yek dê qadekê ji xwe re ava bike, her pirtûk dê hinek xwendevan li gor asta xwe peyde bike. Lê heke fînansman têrê bike. Nivîskar bi xwe jî divê li sponsoran bigerin û bi alîkariya sponsoran behremên xwe bidin çapkirin. Van cure rêyana hemî dibin alîkar ji weşanxanê û nivîsa kurdî re. Û ev pirs û xwestek jî ji bo demek normal û aram ya civaka kurd divê bê kirin ku cihê xwe bibîne û bi wate be, ne ku di rewşa şer de bê kirin.

Û bila bê zanîn jî ku hinek weşanger hene û heta niha nêzî 200 pirtûkî weşandine û hê jî bi hisreta 10 lireyî ne. Gellek carî nikarin pereyî bandrolê jî bibînin û kirêya wan a salek du salan dikeve ser hev û nikarin bidin.

Gellek pirs û rexneyên cuda henin, lê wekî xulase min anîn zimên. Mirov dikare dirêj bike. Ji xwe her kesê pêwendîdar dikare birame û van tiştana bîne bîra xwe.

Wekî encam ez bibêjim; heke em dibêjin an jî ku hewce be em bibêjin, çawa em dê ji vê rewşê xelas bibin an jî çare çiye? Divê mirov di neynikê de li rewşa civakê binere ango raste rast here nava civakê û binêre ku civak aniha di çi halî de ye li welatê xwedîşer. Ku rewşa şer hebe ne hewceye ku mirov van pirsan bike jî ji xwe, herwiha mirov birame, bfikire, mirov dê bibîne ku divê her kes bi rewşa civakê bi qasî ku ji destan tê mijûl bibe aniha. Ya duduyan jî, ji bo ev rewşa xwendin û pirtûkan û weşanxaneyan ji holê rabe perwerdehiya zimanê kurdî di dibistanan de divê hebe û li hemû deveran, wekî perwerdeya tirkî ku aniha tê dayin li hemû deveran. Wekî gellek carî hatiye zimên, ez jî bibêjim, bi têkiliyên xal û xwarzitiyê nabe, bi fedekarî û hişê alîkariyê nabe. Rastreqînî ev e ku wekî ku bi deh hezaran dibistan û zaningehên tirkan hene divê yê kurdî jî hebin. Me dît ku beşek tenê ya kurdî li zaningeha Mêrdîn vebû, çiqas bandorek baş li kurdî kir.

Lê aniha di vê pêvejoya şer de, ev xwestek nabe ku bê kirin, dimîne ji bo dema normal asayî û aram. Aniha xwesteka aştiyê, xwesteka serkeftina civakê ji bo siyasetê heye û acîliyet ev e û tiştên din hemû li paş dimîne û li paşmayin jî normal e.

M.Çiya Mazî. 16.11.2015.

 

 

dîtin: 199

Pêveker:

li ser rewşa weşangeriyê û rexneyan çend têbînî