Li ser Romana ŞENGAL ê ya Lûqman Silêman

Min xwend hevîdarim hûn jî bixûnin..
Şengal birîneke, şûna devê hezar û çarsed şûrî ye.Şengal birîneke, bi heftê û çar kêlan hatîye dirûtin û hîn jan dide. Şengal, jana miletekî hejar û stûxar e ku ji raserî dîrokê de were bûye girekoreke mezin û heya roja îro bêçare maye. Şengal, ne tenê bîrîna Êzîdîyên çîya yê şengalê ye, ew nimûneyeke ji serborîya hemû kurdan e. Li ser axa şengalê, gelek şaristanî rûbirûyî hev bûn, hin bi serketin û hin jî hilweşîyan, hin hatin û hin çûn. Lê, him çîya yê şengalê û him jî Êzîdî wekî xwe man. Di dîroka kurdên Êzîdî de û bi taybet jî, li devera şengalê, bi sedan çîrok û bûyerên bi jan hene. Hemû ol û hêzên ku di ser çîyayê şengalê re borîn, wekî hatin, weha çûn. Wan bi tevî hemû hovîtîya xwe nekarîn tiştekî ji vê ola ÊzÎdÎyan, ola kurdan e kevnar biguhêrin. Şengal, di hemû çerxên dîrokê de, sembol û nîşaneke xweragirîyê bû û weha jî ma.
Bêguman, her çende ku birîna şengalê, birîna kurdên Êzîdî û hemû kurdan e, evqas jî, rûreşîya hemû mirovahîyê ye. Di sedsala bîst û yekan de û li ber çavên hemû cîhanê miletek, dîrokek, çand û olek dihate talan kirin , bi destê hovên misilman û tevahî gelên cîhanê nekarîn rêgirê lêbikin. Lewma jî, birîna şengalê yek ji mezintirîn birîn ên mirovahîyê tê jimartin di serdema nû de. Şengal, ne tenê meydan cirîda du hêzan bû, di şengalê de du dîrokan , du çandan, du gelan, du şaristanîyan şerê hev dikirin. Şengal, qalanê parastina şaristanîyeke dêrîn e. Şengal serhevda serê mirovahîyê ye.
Romannivîsê kurd Luqman SİLÊMAN, di romana xwe ye duyemîn de, ya bi navê Şengalê, ew tenê devê kêla birîna fermana heftê û çaran vedike, ya ku bi navê birîna fermana DAÎŞ tê naskirin û çend çîrokên ku li devera şengalê qewimîne vedibêje. Ew bi zimanekî pak û zela,dûr ji xeyalên xav , wekî ku bûyer qewimîne, te li nava miletê şengalê digerîne. Ew gelek quncikên ku di fermana şengalê de tarî mabûn, di rêya vê romanê re ronî dike. Ne dûr e ku hinek bûyerên vê romanê te bihîstibin, an ji; ji devê hinek kesan guhdar kiribe, lê şêwe û zimanê ku nivîskar Luqman SİLÊMAN, wan çîrokan dihûne , qet newekî tiştên me bihîstî ye. Ew di rêka van rûpelan re birîna şengalê dike wêneyeke zindî û yek li pê yekê rênîşanî te dike. Di nav birîna sengalê de, gelek êş û janên giran hene ku mirov qet bawer nake ew rast bin; ango ew bûyer ji hiş û mêjîyê mirovan mezintir in. Ne tenê bi êş û jana xwe mezintir in, her weha bi hovitîya xwe jî, mezintir in. Bûyer ên ku li şengalê qewimîn û bi taybet yên ku di nava vê romanê de hatine nivîsndin, dibe ku cara pêşîn, li seranserî cîhanê tenê li vê deverê rûdabin.
Nivîskar Luqman SİLÊMAN, di ristina babetên vê romanê de şêweyekî weha bikaranîye bêyî ku mirov hajixwe hebe, mirov dide ser şopa bûyeran ta ku dighêje dumahîka romanê. Lihevanîna ristan, hûnandina hevokan û xweşnivîsa zimanê nivîsakar di rêzkirina babetan de, mereqeke weha dide mirov ku te neçar dike jibo tu xwe bighînî naveroka romanê. Jixwe, her romanek li ser çend stûnên stûr disekine, lê romana şengalê wekî konê Derwêşê Evdî, li ser gelek stûnan mezin û bilind rabûye jor. Her dîregekî di binê vî konî de, bi serê xwe mijara romaneke mezin e. Lewma jî, mirov di nava vê romanê de gelek mijarên ku raste –rast têkîlîya xwe bi ol, xweza, jîyan, dîrok û çanda vê herêmê ve hene, dibîne.
Hûn e di vê romanê de çi bibîn in û çi nebîn in!...
Jixwe di rûpela pêşîn ya vê romanê de dîyar e ku şenagal qurbana dilpakîya kurdên Êzîdî û bêbextîya dostên xayîn e. Kurdên Êzîdî jî , wekî hemû kurdan, hertim ji alîyê dostên bêbext ve hatine xapandine û ferman li ser fermanê bi ser- serê wan de hatine. Bêguman hema-hema hemû talan û fermanê ku bi serê kurdên Êzîdî de hatine, her çende ku nijad û armanc neyek be jî, lê tevahî bi destê misilmanan bûne. Di nava rûpelên vê romanê de, yek ji babetên herî girîng ku şiroveyek deronî, siyasî û dîrokî bi zimanekî wêjeyî jêre hatî kirin ev e. Di xwendina vê romanê de û li ser zar û zimanê emîr û walîyên DAÎŞ î, nivîskarê me gelek ayet û fetweyên ku heya niha di nava miletên misilman de cihê gumanê bûn aşkere dike. Jixwe hovitîya ku DAÎŞ li ser kurdên Êzîdî kirî pişta xwe dida van ayet û fetweyan û ew tevde di nava pirtûka Quranê de nivîsandÎ ne. Jiber vê yekê jî, dema ku wan ev talan û ferman bi serê-serê kurdên Êzîdî de, bi rengekî hovane dikir, ew piştrast bûn ku gotin ên xweda û sineta pêxember pêktînin.
Di nava vê romanê de, babeteke herî girîng jî, mijara bêçaretîya kurdan e li hemberî mirinê ye. Mirin!..erê mirin..Êzîdî bi gelek şêweyan mirin. Dibe ku hinek ji we bibêjin: mirin, mirin e!..mirin hemû wekî hev e. Lê belê mirina kurdên Êzîdî bi destê hovên misilman yên dirinde naşibihe ti mirin ên din. Wan hemû rengên mirinê li ser-serê vî miletê bextereş cêribandin. Mirina ku li ser axa şengalê qewimî mirineke bi ecêb û sosret e. Mirina ku bavê dixwest berî kurê xwe bimre, dê dixwest berî keça xwe bimre. Mirina ku wekî baraneke reş bi ser- serê wan de dibarî û her kesî dixwest kêlîyekê berî ya din dilopekê jê vexwe û zû bimre. Li ser axa şengalê her tişt miribû, tenê mirin nemiribû, her kes di nava mirinê de li mirinê digerîya, ew jî ji ber wan direvîya. Erê ..li welatê me zindî ji mirinê jî, mirinê parsê dikin..ango parsa mirinê dikin!..
Nivîskarê me Luqman SİLÊMAN, bi vê berhema xwe ye nû, ne tenê stûnekê dide bin konê wêjeya kurdî û wî konî hildide jor, ew hîn bêhtir dixweze vê fermana heftê û çaran ya ku bi navê fermana DAÎŞ tê naskirin û li devera şengalê rûdabû, tomar bike û wekî diyarîyekê ji nivşên paşerojê re hilgire. Heya niha hemû ferman û talanên ku bi serê kurdan de hatine bigiştî û li ser kurdên Êzîdî jî bitaybetî pir kêm ji wan hatine nivîsandin û tomarkirine. Lewma jî, girîngîya vê berhemê ji berhemeke wêjeyî bêhtir roleke xwe ye dirokî heye. Ev berhem hema –hema hemû taybetmendîyên ku di nava civaka kurdên Êzîdî de hene, ji alîyê civakî, çandî, evînî, dîrokî û olî ve, bi rengekî pir zelal aşkere dike. Her weha ev berhem, hemû taybetmendîyên hêza DAÎŞ e hov ku pişta xwe didane ola Îslamê û nijada Ereban e dagirker li ser axa kurdistanê bi şêweyekî dirokî û zanistî li ser zar û zimanê walî û emîrên wan e ku bi kiryarên kuştin û talana Êzîdîyan radibûn, hemûyan vedibêje.
Romana şengalê wekî berhema Hezar Şev û Şevekê, hûn hîn ji çîrokekê derneketine, hûn e têkevin nava çîrokeke din. Mjar wekî tevnekî lihev hatine hûnandin. Lê, çi mixabî ku di hemû çîrokan de, êş, jan û birîn hene, ev jî rastîyke xemgîn ya civaka me ye. Her çiqas e ku hevî û azadi armanca wî miletê Êzîdî bû ku mîna girtîyekî di zêndanê de be, her li rê û rêçikên serbestîyê digerîya, bêguman qalanê xwe jî, jan û birîn bûn. Ev roman şengalê şahidê cengeke giran, lewma jî hêjayî xwendinê ye.
Şengal xûnîya şaristanîyeke hov e !..