article placeholder
Li ser Xendek, şer û rewşa dawî çend tebînî – Çiya Mazî

Pêşî ji bo şer, tenê dibêjim, bila ciwan nemirin û bi rêya aştî û têkoşîna demokratik ev xebata xweseriya demokratîk pêk were. Heke çend salan dom bike jî bila dom bike. Ji ber ku mafê kurdan jî heye nemirin û azadiyê bibînin. Azadiyê ne bi mirinê bi jiyînê re bibînin.
Lê belê serxwebûn an jî xweserî û azadiya gellek welatan bi mirina sedhezaran mirovan pêk hatiye gellek caran ez wê jî zanim. Ji bo kurdan jî mînaka herî nêz Başûrê Kurdistanê ye ku bi sedhezaran mirov hatine qetilkirin di têkoşîna serxwebûnê de. Ango serxwebûna welatê kurdan ya ku bi rêbaza şer tê xwestin gellek mirinan bi xwe re tîne û dibe ku bîne hê jî. Û tew ku di erdnîgariyek wek axa Kurdistan de bi çar perçe de be û bi sedsalan bê statu mabe be, pir zor e. Li başûrê Kurdistan her çiqas bi alikariya dinamîkên derveyî kurdan be jî, dîsa bi gellek katlîaman hatiye radeyekê û ji 20 salan zêdetir e ku di bin statuyekê de dijîn. Tevlî vê yekê jî ji ber ku bahsa serxwebûnê hat kirin bi gellek listikên veşartî belaya Daiş derket û kurd dîsa bi kuştin û şer re rû bi rû man li başûr. Û hê jî bi gellek lîstikan re rû bi rû ye.
Di dîroka Bakurê Kurdistan de jî ji bo serxwebûnê gellek qatlîam çêbûne û îro dîsa têkoşîna ji 30 salî zêdetir ber bi roj û demên herî tîr, herî hişk, herî bi xwîn de dihere. Armanca Tevgera kurd statuyek bidestxistin e. Van 15 salên dawiyê rêya têkoşîna demokratîk li pêş bû û ev bi piştgiriya piraniyek mezin a kurdan dimeşiya û gihaştibû radeyek baş. Ji ber xetimandinek hevdîtin û lihevkirinan, dîsa ji bo kurd bigihêjin azadiya xwe şer dest pê kir. Êşên mezin dîsa li ber çavên her kesî rû didin. Ev şer jî ji bo wê serxwebûn, xweseriyê an jî ji bo statu bidestxistinê ye.
Bi ya min, statuya pêşî û hê dûrî qetliamên mezin, xweseriya ku bi têkoşîna demokratîk û di rewşa aştiyê de bi dest bikeve ye. Ji ber wê yekê xweserî be an jî serxwebûn be çibe, bila ne bi mirinan bê bidestxistin, bi rêya aştiyê û çiqas dem dirêj bibe jî bilaqe be. Heke şert û merc guncav û musait bin tabî. Di dema aramiyê de hinekan digotin “ev rêya ‘têkoşîna demokratik û aştiyane’ dirêj e, pişavtin dê çêbibe. Ango di demên dirêj yê aştiyê de kurd dikevin rehetiyê û têkoşînê ji bîr dikin, têkoşer jî kêm dibin û kapîtalîzm kesan diguvêşe winda dike. Lê na dibêjim, deh salên aştiyêli Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê xuya kir ku kurdan gellek tişt bi dest xistin bi rêxistinbûna sivîl re. Wekî rewşenbîrî, wekî, nivîs, edebiyat, medya, siyaseta sivîl û rêxistina gel, hemî gellekî bi pêş ketin di vê demê de.
Îro em bi rastiya şer dîsa rû bi rû mane. Bi tawanbarkirinan re şitaxilin û gelê di bin tahde û pêkûtiyan de hiştin û bi rexneyên sivik xwe ji nava bûyeran xelas kirin ne mirovhezî ye. Gellek kes (piraniyek pir mezin) azadiya kurdan dixwazin. Hinek ji wan ango girseyek mezin çi di siyaseta sivîl de, çi di şerê çekdarî de, bi her tiştî xwe, xwe didin têkoşînê. Hinek jî tenê dixwazin û tiştekî ji bo wê nakin, ev girse jî ne hindik e û gellek tiştên ji têkoşînê re baş bin asteng dikin. Hinek eşkere dibêjin “em jî azadiyê dixwazin” lê çalakiyên wan kêm in. Hinek jî bi awayekî siyasî diplomatîk û bi tecrûbeyên dîroka kurdan xwestekên xwe li gor konjoktura dinyayê û Tirkiyeyê diyar dikin an jî bi semt tevdigerin. Bi kurtasî mirov dikare bibêje bi giraniyek mezin kurd azadiya Kurdistanê dixwazin.
Îjar ev pirsana derdikevin holê. Xwestina azadiyê, baş e, lê çawa? Serxwebûna Kurdistanê, lê çawa, bi kîjan rêbazê, bi çi, bi kê, kîjan rêxistin, kîjan gel? Ew gel di çi rewşê de ye? Ew gel bi şer vê yekê dixwaze an bi aştiyê? Gelo ji bo çi bi piranî bi aştiyê dixwazin? Azadiya Kurdistanê ne şekirek ku mirov ji dikanê bikire û her tim wekî tiştekî hêsan lê binêre. Girseya ku azadiyê dixwaze lê bê çalakî dimîne an jî tenê di teoriyê de, di peyvê de xwestekên xwe tîne zimên, dema şer çê dibe û kurd dikevin rêya azadiyê jî bi awayekî sivik li himber derdikevin. Ew girse dema xweseriya demokratik bi aştiyê jî tê xwestin jî serxwebûna Kurdistanê dikin mane û beşdarî fikra xweseriyê nabin. Ji ber ku ne li gor fikra wan, an jî ji bo xwe jê bi dûr bixin, yan jî dema bi rastiya şeran re rû bi rû dimînin, hê nû rûmeta aştiyê fêm dikin. Dema aştiyê û muzakereyan, dibêjin çima bi Tirkiye re lihevkirin çêdibe. Tiştê ew dibêjin an şerê ku ew qal dikin jî ku dest pê dike, dîsa napejirînin. Ji ber ku egoîzma xwe nikarin binpê bikin û dibin afrînerê rexne û senaryoyên feylesofî û çalakiyên her kesî jî biçûk dibînin. Carinan ‘wekilên kurd dikin kurbana wan mirovên ku tê qetilkirin û tu carinan dinêre bi çêran dest dirêjî siyasetmedarên kurd dikin. Lê ji bir dikin ku ew wekîl jî her tim li ba wan mirovên di têkoşînê de ne û ew bi xwe dikare xwe bike qurbana şervanekî û mirovekî têkoşer. Berevajî wê hinekên ku rexne dikin di hemî jiyana xwe de carekê negotiye hûn baş dikin û her rexneyên xinizî kiriye. Heta gellek carî kesin derdikevin û wekî qerf jî li têkoşîna ku mirov têde tê qetilkirin dinêrin û sivik dibînin. Di vê mijarê de jî, rexne û nirxandinên ji bo silametî û çêya çalakgeran tê kirin henin, divê mirov bibêje.
HEYRANIYA MİROVÊN DÛRÎ XWE
Kes nizane ku ev ciwanên niha bi rêxistinî di ber xwe didin ku li welatekî din bûna dê hinek wan kesên ku rexneyên ji bayê dewletê dikin bi çi awayî mezin bikirana. Ku Filîstînî bûna ji bo gellek oldarên kurd dê ‘mucahîd’ û ‘generalên biçûk’ bûna û dê xwe bikirana qurbana wan, lê ji bo van ciwanan bi qasî misqalekê tiştekî nakin. Ku li Kuba an Bolîvya bûna dê ji marksist û hinek rêxistinên çepgir yên kurdan re “bazên ciwan” an jî “Che yên biçûk” bûna. Navê çalakiyên wan jî dê “destpêka şoreşê” bûya an jî “intîfada”. Lê çi heyf e ku kurd in û ev birayên wan bi xwe jî bi dilxelî li wan dinerin. Belki mirov li dûr nikaribe tiştekî bike (ku teqez tiştin henin her kes bike), lê belê divê mirov xerabiya wan jî nexwaze û li himber dinyayê wan reş neke, wan nebaş û xerab xuya neke.
Ew neecibandin jî rastiyek hinek mirovan e qey, fanatîk û heyranê bûyerên dûrî xwe ne. Ne tenê li ba hinek kurdan, li gellek deverên dinyayê û gellek girseyan û cûreyên mirovan wisa ye. Piraniya mirovên xeyalperest kesên dûrî xwe ji xwe re dikin îdol û fenomen. Ji ber ku ew kesên dûrî wan tu xisarê ji wan re nayne, vê yekê bi cîh zanin. Çalakî û şoreşên welatên din tevlî ku heman kuştin, qetilkjirin, çalakî li wir jî bi heman awayî çêdibin jî ji wan re wekî nostaljî, romantîzm û bûyerên fantastîk xuya dibin. Lê belê dema ku wan fantezi, xeyal, romantîzm li ber wan xuya dibin û diyar dibe ku bi xuyabûnê re xisar dê bigihêje rehetî û kêfa wan û wê şewatê, wê mirinê bi çavên xwe dibînin, refleksên xweparastinê dikevin dewreyê û li derew û hezar fen û fûtan digerin da ku xwe jê bi dûr bixin. Tevlî ku carinan fikrê ku ew bi xwe diparêzin ji alî şervanên li ber wan û ew ciwanên welatê wan ve dikeve pratîkê jî, ango çalakî û rêbazên têkoşînê ku wî di paşerojê de dixwestin û diparastin, bê kirin û pejirandin jî, ew napejirîne, tenê ji bo ku bi vê yekê xisar digihêje wî/wan, napejirînin.
Mînak em bibêjin ew gelek rêbazên wekî bêîteatiya sivîl diparêze, lê belê roj tê û ew pêşniyar tê pejirandin ji alî siyasetmedaran ve (wekî çalakiya deng derxistinê), ew dîsa bi refleksekê û bertekeke nû afirandî xwe dide alî. Ev ne tenê ji bo xisarê jî wisa refleks dertê, ji egoîzmê ye jî. Ji ber ku tiştê wî gotiye û nikarîbûye di piratikê de bicîh bîne ji alî hinekî din ve bi cesaret ketiye pratîkê. Hinekî ji behcandin û xesûsî ye jî û bexîlî ye jî.
Xesûsî, bexîlî û behcandina rikberî ye. Rikberiya ku berê di dilê wî/wan de meye. Ya fraksyonî, ya eşîrî, gundîtî, ya tol û heyfê ye. Ku kesekî nêzî wî ji rêxistinekê xisar dîtibe, dikare bi deh salan ji wê rêxistinê çêran bike û dijminatiya wê rêxistinê bike. Heta diçe alî serdestê netewa xwe û tenê ji bo tola xwe ji wê rêxistinê hilîne dikeve hewl û têkoşînê. Ji bîr dike ku di têkoşîna netewan de, di xelasiya netewan de, mirovên netewê, di rojên giran û dawiyê de şaşî û kirinên şexsî, fraksiyonî, gundîtî û eşîrî tê jibîrkirin. Ku ji bîr nekin û berê rexneyê û têkoşînê nede birayê xwe û li himber serdestên netewa xwe nekeve têkoşînê, divê zanibe ku îro hevalê wî, birayê wî şîv be ew paşîv e.
XWESERÎ Û SERXWEBÛN
Ji bilî serxwebûnê nîqaşek din jî heye, mînak: dibêjin sistema ku kurd bixwazin ne ‘xweserî’ lê bila ‘sistema eyaletê’ be. Her du pir nêzî hev in. Xweserî jî statuyek rêvebirinê ye. Çiqas hinek xweseriyê wekî statu nabînin jî statu bi xwe ye. Lê statuyek beriya eyalet, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûnê ye. Ne statuko ye (bê statuyî). Û dibe ku xwestek ne xweserî, lê eyalet be jî an jî federalîzm û serxwebûn be. Niqaş dikare bê kirin, lê sirf ji bo ku ev fikir ya partiya ku ji çil salî virde ye ew pê re rikberiyê dike ye, ew ji bo inta wê partiyê naxwaze. Ew int, di heman demê de ji xwe re dike wek fikra felsefî. Jê re nêrîna dinyayî û fraksiyonî ye jî. Lê belê ji fikra netewîbûnê cûda ye. Tê wê wateyê ku ‘esil tiştê hûn dibêjin em napejirînin, hûn çi bikin jî em li himber in’, ango rikberiya kevneşopî û berberiya gundan tîne bira mirov dîsa…
Û heyf e jî dibêjim. Têkoşîna kurdan hatiye radeyek pir giring û yên ku tiştên sivik dikin mahne her tim dê li dawiyê bimînin û poşman bin. Carinan hurgulî û rikberî têkçûnê mezin dikin.
Wekî berê jî dihat gotin hinek kes ilankirina van xwe bi rêvebirinan şaş dibînin an jî ji ber ku ne di xizmeta serxwebûna kurdan de dibînin. (Ez wisa nabînim) lê ku wisa be jî, kurd in û di dilê wan de xweparastin heye. Ji bo HDPê jî wisa dihat gotin, lê kurd bi piranî li dor wê kom bûn û xuya kirin ku rastî ev e. Ji bo KCDê jî wisa gotin lê kurd ji gellek aliyan di nava wê de hatin ba hev. Û KCDê ji bo azadiya kurdan ev xist rêziknameya xwe, wekî xalekê bicîh kirin, gotin: “Xweseriya Demokratîk”.
Wekî min berî 7ê Heziranê jî gotibû dîsa bilêv dikim; Xweseriya Demokratîk bi ya min pir giring bû û di rêya serxwebûnê de gaveke pêşî bû. Ev xwe bi xwe rêvebirin e. Ne entegrebûna ku tê gotin bi Tirkiyeyê re an jî yekbûn e. Berevajî wê destpêka veqetandineke kurdan e. Kurd di Xweseriya Demokratîk de statuyekê bi dest dixin. Ji xwe xema dewletê jî ev bû. Ji ber ku zanin ilankirina xwebirêvebirinê diçe ku, ji ber wê yekê bertek pir tund e. Di bername û rêziknameyên KCD (DTK) de ev gellekî diyar e. Yên ku nexwendine tenê paragrafek ji bo wan ev e: “Xweseriya demokratîk, civaka Kurdistan bi heyşt awayî; siyasî, dadî, xweparastin, civakî, aborî,çandî, ekolojîk û dîplomasî bi rêxistin dike û avakirina Kurdistana Xweser a Demokratik dixe hedefa xwe.”
Ji bo çi serxwebûn nayê xwestin, ew jî divê mirov ji xwe re bike mijara lêpirsînê. Ne ku bi peyvên ezber ku mirov ji hinekan bibihîze an jî ji medyaya civakî kopy bike û wekî benişt bêyî lêkolîna bi xwe her bicû. Divê bi giranî mirov bipirse, çi hatiye kirin ku serxwebûn nayê xwestin û xweseriya demokratik tê xwestin? Gelo bi rastî (kurdên serxwebûnê naxwazin) karibûn û nexwestin an êdî nikarîbûn tevkujiyan rakin, nikarin tehamul bikin û serxwebûna bi xwîn nexwestin. Gelo ne ji bo hê bi hêsanî çûyina serxwebûnê be ev xwestina xweseriya demokratîk? Gelo ev peyva brêz Ocalan tê çi wateyê “ne ku me dev ji serxwebûnê berda, me pêkhatina wê hêsantir kir”?Ev rêya ku bi aştî û demokrasiyê divê bê meşandin di bernameyên HDPê de jî heye. Ev paragraf ji bernameya partiyê ye:
“Partiya me, mafê bi xwe tayinkirina çarenûsa gelê kurd diparêze û vêya wekî rêbaz dinirxîne, pirsgirêka kurd ku ji avakirina Komarê de bi inkarkirina hebûn û mafê gelê kurd re mahkûmî bêçaretiyê hatiye kirin, bi rêbazek demokratik, aştiyane, yekitiyek bi dil diparêze û ji bo vê têkoşînê dike.”
HDP itifaqek ku kurd bi xweseriya xwe tê de cîh digirin e (DBP) û ji bo pêşketina demokrasiyê li temamê Tirkiyeyê ye. Xuya bû bi çalakiyên ji bo xweseriya bajar û bajarokan, DBPê, kurd ku hewce bike bi serê xwe jî ji HDPê cuda bifikire û biryaran bigre, wekî vê îlankirina xwebirêvebirinê li bajar û bajarokên Kurdistanê. Li gori ku hevseroka KCD jî …. dibêje “Xweseriya demokratik pêşniyazek me ye, lê belê dibe ku federasyon, pergala eyaletê û tiştine din jî bê nîqaşkirin” (11.11.2015 Med Nûçe)
XEYAL BÛNE RASTÎ Û LI PÊŞ ÇAV IN
Romantizma kurdîtiyê û xeyalên egîtiyan qediyane, ew xeyal bûne rastî, êdî yên bi hertiştî xwe welatparêz in li pêş in. Mirov nikare wekî salên 80 yî tenê teoriyan bifikire û bi ramana fraksiyonî teng û peyvên qibe û romantik bibêje: “gundî û karker rabin, Kurdistan bax û bîstan, emê dijmin derînin û Kurdistanê ava bikin û wd.” Êdî kêzik û kurmikên Kurdistanê jî van tiştana zanin, ya giring, “çawa xelasî ye, rêbaz dê çawa be?”ye. Kurd ne wekî wê demê ne û wê dema me digot ‘şoreşa gel’ û pratîka wan peyvana aniha li dar e, em rastiya wê bi xwe dibînin. Belkî ne wekî şoreşên ku me di pirtûkan de dixwendin be, lê belê raste rast şoreşa li ber çavê me ye. Têkoşîna azadiya kurd e, ku gel bi her kesî û her awayî di nav de ye. Dema ku mirov bala xwe dide ramanên ku wê demê me bilêv dikirin jî di pratîkê de ev bûn, him bi hêza gel, zarok, jin, kal û pîr û him bi şêwaza serhildanan. Lê wanên ku me dixwendin hinekî yên welatên biyan bûn, ji ber wê yekê xeyal û romantîk bûn û şêrîn bûn, her wiha pir hêsan û bi kêf li ser lêvên me bûn.
Wekî Canip Yildirim (ez bi bîr tînim) digot “kurdîtiya me platonîk û romantik bû”. Belkî ji ber wê yekê ye hinek mirov vê têkoşîna aniha ya gel ecêb dibînin, ji ber ku ne wekî ya Sovyetê, ne wekî ya Kuba be, ne wekî têkoşîna li himber Franco, Musolînî be, ne wekî ya Çînê be. Ciwan in û ciwan jî ji nava gel derdikevin û bi sedan kesî rahiştine dar û kevir. Bila mirov nekeve xeyala ku Egîd çûbû Seyda kewan, an jî Che tenê puro vedixwar û digeriya; hemî jiyana wan î gerilatiyê di nava mirinan û xwînê de derbas bûye. Che û Fidel Castro hê jî di serê gellek şoreşgerên kurd de wekî îdol e, lê ji bîr dikin ku bi sedhezaran mirov mirine di wan têkoşînên wan de û bi piranî jî ji nava gel û sivîlan mirov mirine. Û ji bîra dikin ku bi sedan û dehan şervanên wekî Fidel, wekî Che li Kurdistanê çêbûne, şehîd bûne û hê jî henin. Meseleya îdolgirtina mirovên dûrî xwe di vê mijarê de jî xwe baş derdixe holê.
DI ŞER DE KÊFA HER KESÎ DÊ XERA BIBE
Ya girin, çi li serê çiyan çi li nava bajaran mirov nehêle şer dest pê bike û bi aşti têkoşîn hebe. Lê ku şer hebe jî mirov nikare bibêje “ bila têkoşîna serxwebûnê hebe û ez bigerim li ber perê bahran, bila kêfa min li cih be, xaniyê min erebeya min ya herî xweşik be, hundurê mala min ji tiştên herî xweşik pêk bê, bila ez ji karê xwe dernekevim û her maaşê baş bitsînim û ez dê şoreşa azadiya Kurdistanê pêk bînim li himber hovan”. Ev ne rasteqînî ye. Mirov him tiştê mezin li himber hovan bixwaze û him bila mirin tune be, bila girtin tune be, bila tiştek bi kesî neyê. Ev tê wê wateyê ku “bila hinek ji bo min Kurdistanekê jî ava bikin û ez li kêfa xwe binerim” e. Ku mirov şoreşê bi awayê serhildanan û bi şer û çek bifikire û biecibîne, ya ku aniha li Kurdistanê li dar e ji xwe ew e. Ma hewce ye ku hinek ta bi derziyê vekin?
Lê mirov bi rêya aştî û demokrasiyê bê çek bixwaze jî ew jî rêya bi HDPê re ye û ya di dilê min de ye aniha xweseriya demokratîk e, ku qet-î wê bi aştiyê ne bi şer dixwazim. Ne ku serxwebûna Kurdistanê naxwazim, lê bawer dikim ku ev di dû gellek salên xweseriya demokratîk dê were.
Ji rojnameya Akşam a Tirkî Kurtuluş tayiz dibêje: “ji ber ku DYA û Tirkiye bi hev re dê ji bo Cerablus operasyon bidana destpêkirin PKK jî li Farqinê şer gur kir.” Şer gurkirina Farqînê an îlankirina xweseriyê ne wisa be jî, hinek tişt dibe ku ji bo êrişên Tirkiyeyê li Rojava çênebe tê kirin. Ev jî dibe ku ji bo hişyariya raya kurdî be. Ango mirov dikare bi hêsanî bibêje bûyerên li bakur çêdibin bi rojava re, bi Rojhilata Navîn re, bi dinyayê re gellekî pêwendîdar e û ez bi xwe wekî pêvejoyeke ji bo gel her tim hişyar be û xwedî tevdîr û amadekarî be dibînim. Lewre gellek carî bi peyvan kes û girse nakevin amadekariyan û tevdîran nastînin. Ev rûdanên ku niha li bakurê Kurdistanê rû didin di heman demê de amadekariya gel ya xwezayî ye ji şerê Rojhilata Navîn re jî. Û dibe ku bûyerên hê mezin biqewimin. Dibe ku dewletên dinyayê yên dînazor li ser axa kurdan hesab ji hev bipirsin.
KOÇBERÎ
Êdî divê kurd li gor van bûyerana xwe saz bikin li her derê. Îro nebe rojek din, di nêz de, belkî ev rojana bi giranî bibe para her derê welêt. Dibe ku koçberiyên mezin jî çêbibin. Di şeran de wisa ye, ne ku kurd tenê koç dikin. Koçberî li her derê dinyayê çêdibe di rojên wisa de. Tu derê ku şer lê çêbibe û koçberî tune be xuya nebûye, ne di îro de ne di dîrokê de. Loma ne hewce ye ku mirov bibêje, çima qismek gel ji cihê xwe koç dikin. Ku mirov karibe li wir xwe biparêze baş e. Lê her dem mirovên ku koç bikin jî dê çêbibin. Lewre mirov û civak tu carî ne ji sedî sed baş e û di heman fikrê de, di heman çalakiyê de ye û heman cesaret bi her kesî re heye. Ev jî li ba hemû gel û mirovên dinyayê heye. Ne ku mirov vê neyiniyê jî tenê bike para kurdan û biçûkxistineke din bide hîskirin.
ALÎKARIYA ÇEPGIRAN
Alikariya çepgirên Tirkî û dinyayê ji kurdan re baş e, ne biçûkî ye û ne ji bo xapandina kurdî ye. Ev çênabe, êdî her kes her tiştî zane. Dema ku li dinyayê şoreşek welatekî an netewekê pêk were kurd piştgiriyê didinê. Welew çepgir be, welew rastgir an muhafazakar be. Mînaka ku hemû kurd zanin jî şoreşa Filîstînê ye. Di vê şoreşê de gellek kurd mirin. Ne tenê kurd ji dinyayê gelek şoreşger hatin û li Filîstînê mirin ji bo şoreşê. Herwiha hê jî muhafazakar û bawermendên kurd qismek jê dikarin xwe ji bo filîstin bikujin. Dîsa wekî şoreşa Bolivya û kuba, şoreşa Sovet û gellek welatên sosyalist bi alîkariya mirovên netewên din jî meşiya. Îjar çima em dê alîkariya şoreşger û cengawerên dinyayê ya ji bo kurdan biçûk bibînin û bikin mijara rexneyên tund. Bihêlin, çawa ku kurdan şoreşger û bawermendên kurdan ji bo welatên din ê bindest xebat kirine û mirine bila yên dinyayê jî ji bo kurdan bixebitin. Ku hinek rêxistinên hov, wahşî, dinyanedîtî, barbar li kurdan û mirovahiya Mezopotamya hatibin xezebê û heke işkence, barbarî, çavsorî, zilma mezin qetilkirin, tecawiz û nemerdiyên mezin li gelê kurd û gelên Mezopotamya, li ol û baweriyan dikin û bi ser de cîhadan ilan dikin û yên wekî xwe beradayî, li dinyayê binketî û psikolpat tên alî wan û tevlî şerê wan dibin; bihêlin bila grubên baş ku di nava welatên dinyayê de ne, yên mirovhez, kurdhez, dadwer, şoreşger û çepgir alîkariya kurdan bikin, bila bên tevlî kurdan şer bikin. Ya li kurdan dikeve di vê derê de tenê şabaşî ye ji wan re. Spasiyê heq dikin. Bila kurd xwe ji wan venegrin, nekevin şika xapandin û filanê, lewre kurd û rêxistinên wê êdî ji van tiştana haydar in û kêlîk bi kêlîk, santîm bi santîm dost û neyarên xwe dişopînin û nas dikin. Ne hewceyî şik û xeman e. Ha ew kes û rêxistinên çepgir alîkariyê bikin ew wesîfeya wan a şoreşgerî ye, ne minet e. Lê bawer im tevgera kurd jî qet pişta xwe bi wan ve girê nedaye û negotiye “eman bila alîkariya me bikin, ku ew alîkariya me nekin em têk diçin.”

image

Nûkirina Dawî : 08 Dec 2015 15:49

Xwendin: 286


Derbarê nivîskarde

Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960′î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê. Çiya Mazî ji sala 1993′an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.