• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Silêmaniyê 186 kes hatine binçav kirin

Li Silêmaniyê 186 kes hatine binçav kirin


barkirin: Rezber 11, 2015, 10:12
xwendin: 150


Di du rojên borî de beşek li xwepêşanderên başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariya bajarên cuda hatine binçav kirin.

Ligor zanyariyan îro (11’ê Cotmehê) beşek ji malbat û kes û karên kesên girtî xwepêşandanek lidar xistin û azadiya kes û karên xwe xwestin.

Ligor zanyariyan heya niha 186 kesên xwepêşander û nerazî ji aliyê Asayişa Silêmaniyê ve hatine binçav kirin, lê tê gotin kesên ku temenê wan ji 15 saliyê kêmtir e hatine berdan û yên din jî dê bi rehîne bêne berdan.

Piştî ku roja pêncşemê (8’ê Cotmehê) pênc partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser çareserkirina pirsgirêka Serokatiyê Herêmê negeheştin tu encaman, xwepêşanderan bi keviran êrişî cihê civîna wan kirin.

Herêma Kurdistanê zêdetirî salekê ye ku bi krîza aboriyê re rûbirûye û nekariye meaşê karmendan di dema xwe de bide.

Tevî wan pirsgirêkan lihev nekirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bûye sedema nerazîbûna raya giştî û rewş li hin bajaran tevlihev e.

Ligor zanyariyan heya niha 6 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûne. Herwiha li gelek bajaran baregahên partiyên siyasî hatine şewitandin.

 

Pêveker:

li silêmaniyê 186 kes hatine binçav kirin