Li Sinê şer derket sê Pêşmerge şehîd ketin

Li Sinê şer derket sê Pêşmerge şehîd ketin

Li Sinê pevçûn sê pêşmerge şehîd bûn 

Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê roja înê 23.06.2017\'ê bi belavkirina daxûyaniyekî ragihandiye ku di navbera grûpek ji pêşmergeyên wan û alîgirên wan yên nihênî li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurditanê bi hêzên rejîma Îranê re şer û pevçûn çêbûye. 
Komelê di daxûyaniyê de ragihandiye ku sê pêşmergeyên wan bi navên \"Sebah Husên Penahî, Hamid Yûsifî û Bêhzad Nûrî\" jiyana xwe ji dest dane. 
Rejîma Îranê jî di daxûyaniyekê de şer û pevçûna bi grûpeke dijberî Komara Îslamiya Îranê re ragihandibû. 
Herwiha ligor îdîayên rejîmê endamekî Komelê bi birîndarî ketiye destê hêzên Sipaha Pasdarên Îranê. Di daxûyaniya rejîma Îranê de behsa kuştî û birîndarên wan nehatiye kirin lê ligor çavkaniyên herêmî hejmareke zêde ya hêzên rejîmê û caşên herême hatine kuştin û birîndar kirin. 
Komelê çend meh berê hêzeke berbiçav li qontara çiyayê Helgurd ku dikeve ser sinorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bicîh kirine.

\"\"

 

Dersîm Oremar