Li Şirnexê çeteya leşkerên tirk ya bazirganiya jin û zaroka aşkere bû

Li Şirnexê çeteya leşkerên tirk ya bazirganiya jin û zaroka aşkere bû

Li Şirnexê hêzên ewlekariyê yên Tirk tevgerek li dar xistin di encamp de hejmarekî zêde kes bi boneya bazirganiya rigezî ya jin û zarokan hatin destgîrkirin.
Di encama tevgera ewleyiyê de polêsên tirk hejmarek kes girtin bin çavan ku karê bazirganî û bêrêtiya rigezî li ser jin û zarokan kirine. Di encama tevgerê de 40 kes hatin binçavkirin ji vana 28 kes hatin girtin.

Li Amedê û Şirnexê polêsên tirk di heman demê de tevgerek dijî komên ku bazirganiya rigezî dikin û destdirêjiya jin û zarokan dikin di encama şopandinê de destgîrkirin. Ji van kesên ku ji tawana –Bi encama tawanbariyê avakirina rêxistinê, destdirêjiya rigezî li ser zarokan, bazirganiya mirovan, bi mebesta bazirganiya rigezî pêşkeşkirina jin û zarokan, navbeynkariya bazirganiya rigezî, gef gurî, dijûn- piraniya wan polês, kesên sazî û dezgehên ewlekariyê yên tirkî ne.

Di nav van kesan de 8 jê fermandarê artêşa tirkî ne û gelek jî leşker di nav rêxistinê de ne.

Ev koma ku hatî aşkirekirin û destgîrkirin li herêma Kurdan karê bêrewiştî, bazirganiya derveyî pîvanên civakê û gelik karên dîtir yên reş û tarî birêk xistine.

 

Rewanbej.net