wpid-sirnex_birlik.jpg
Li Şirnexê wêneyê hovîtiya Artêşa Tirk

Wêneyek di torên civakî de digere û tê îdîa kirin ku  ciwanekî Kurd  yê bi navê Hacî Lokman Bîrlîk ê xelkê Şirnexê ye.

Tê gotin Bîrlîk bi birîndarî ketiye destê  tîmên taybet û piştre  hatiye qetilkirin. Lê tîmên taybet cenazeyê ciwanê Kurd li pişt wesayîta zirxî ya Akrepê girêdane û li ser erdê kaşkirine.

Di twitterê de kesekî bi navê ”JITEM”ê ku 27 hezar şopînerên xwe hene, wêne parve kiriye û wiha nivîsiye; ”Ez laşa bi polîs û leşkerê xwe nadim veguhestin”. 

wpid-screenshot_2015-10-04-11-52-22.png

Piştî vê bûyerê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê, Selahadîn Demîrtaş, wêneyê ciwanê Kurd di hesabê xwe yê Twitterê de weşand, “Li vî wêneyî baş binêrin. Pêr li Şirnexê hatiye kişandin. Bila kese ji bîr neke, ji ber ku em ê ji bîr nekin”.

Ligor agahiyan Haci Lokman Bîrlîk (24) salî, doh 3’ê Mijdarê li taxa Dîcle ya Şirnexê hatiye qetilkirin. Ligor şahidên bûyerê ku ji Ajansa DİHA yê re axivîne, tîmên taybet di destpêkê de Bîrlîk bi birîndarî girtin û piştre ew înfaz kirin,  piştre bi piyan çûne ser cenazeyê wî û  pêre wêne kişandine. Tê gotin dûre Bîrlîk li pişt wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep ve hatiye girêdan û heta avahiya ”Bayindirlik”ê li ser erdê bi erdê hatiye kaşkirin.

 

Hate diyarkirin ku Bîrlîk bûrayê parlementera HDP’ê ya Şirnexê, Leyla Birlik e.

Nûkirina Dawî : 04 Oct 2015 12:05

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 143


Leave a Reply