Li Suriyê xwîn nasekine: 76 kes mirin

Li Suriyê xwîn nasekine: 76 kes mirin

Li Suriyê pevçûnên di navbera artêşê û opozîsyonê de berdewam dikin. Hate gotin ku di encama êrîşên artêşê de 76 endamên opozîsyonê hatine kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Suriyê (SNHR) diyar kir ku hêzên rejîmê li seranserê welat operasyonên xwe berdewam dikin. Rêxistinê diyar kir ku li Şamê 3 jê zarok bi giştî 20 kes, li bajarê Îdlibê 16 kes, li bajarê Der’a 13 kes, li bajarê Kuneytra 9 kes, li bajarê Himisê 8 kes, li bajarê Deyrazorê 4 kes û li bajarên Tartus, Hema û Helebê jî her yekê 2 kes hatine kuştin.

Ajansa Nuçeyan a Suriyê SANA jî diyar kir ku di operasyonên seranserê welat de gelek endamên opozîsyonê hatine kuştin.

Rewanbej.net