• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Tirkiyê weşana 40 kanalan hatine sekinandin

Li Tirkiyê weşana 40 kanalan hatine sekinandin


barkirin: Êlûn 15, 2015, 2:38


Di berdewamiya zextên Tiekiyê bo ser dezgehên medya û kanalên ragehandinê yên wî welatî, doh (14ê Îlonê) bi biryara Dezgeha Bilind a Radyo û Televîzîyona Tirkyê (RTÜK)  weşana 40 Kanalan hatiye sekinandin.

Sedema daxistina wan kanalan weşana ne yasayî  li gor yasayên Tirkiyê hatiye diyar kirin.

Televîziyona Kurdî ya (Gün TV) jî yek ji wan kanalane ku ligor biryara Dezgeha Bilind a Radyo û Televîzîyona Tirkyê (RTÜK) ê hatiye daxistin.

Gün Tv yekemîn kanala Televîziyonî ya Kurdî li bakurê Kurdistanê bû.

Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên borî de baregaha giştî ya rojnameya Cumhurriyetê ji ber ku wêneyên hevkarî û veguhestina çek û cebilxaneyan ji aliyê MİTê ve bo çekdarên Grûpa Dewleta îslamî (DAÎŞ)ê weşandibûn rastî êrişa nijadperestan hat û hate şewitandin.

dîtin: 161

Pêveker:

li tirkiyê weşana 40 kanalan hatine sekinandin