Li vê derê jî te ji bîr nakim

Her bêhnekê, rengê wê dihête guhartin
Pirç zereke, li beramber min tavê dixwe
Wek te lê dihêt, dizivire, pelîtkên agirî vedixwe
Li ser teniştê dibe tîrojkek layzerê û
Radibe nexşê kevnarê li mêzerê
Şemendefer, diçe li ser pirçên ewiran
Tu carekê xatwînokî û careka dî pîrhevokî
Min divêt ez vê dukesiya te bikujim bi keviran
Pirça kajê hetavzerike û belgên daran yên diwerihin
Tenî reşka çavên te bû, dîwarê bextê min honî
Hekû termê paşe roja min girêl dibe
Xur xudan xêr jê digerihin
Tu ji min dûr ba, li dûratiya beza heft salên tîrojkî
Ez ne ji ber te bezîme
Çunkî dengê te ji xweşyê min dihejînît
Lewra di çentkê şivanekî teyê kurd da, yê bûyim çenî
Ez di zanim niha li cergê welatî şerê şwîme
Lewra ji ser peşkên xewneka mest
Ez di parçên hebûnê da, yê buhjîme
A niha jî, min digel te viyaneke
Li navbera me bi tinê esman û şeveke
Belê te ez di wêranbûna xwe da çandim
Di germe çavên tirsê da, ji terratiya xewnên binefişa revandim
Şevbaş! Qonaxa ez lê mîr
Şevbaş! Hevalên ez jê dûr
Helatina nifşê bavê gişt direwe
Helgirtina tiyê tavê bi tinê xewe
Balavê bike, dosta min ya ji hemiyan çêtir
Min ji hemû tiştan vavêre
Di sehkirina ser û çavên mişextan re
Me hetav nîne û roj mije
Yara min, ne bawerî bi te di hêt kirin…
Ne diruşimên me li welatî sexmeratî
Te çêdikirin, di hên navkirin
Çunkî şev li nik me dipîrozin
Her roj mêvana aştyê li nik me kêre
Her tiştê reş di neynika dîtina meda di xursitîne
Ev renge maçkirina xewnan efsane ye
Li çaxê hebûna sîmerxî peyda bibû
Pîra min digot: Heger hêşta tû yê biçûk
Pîrhevukê maçek li royê te dabû
Berî te bo xwe bi dizîtin tu ji bîrikirî
Lewra heger tu mezin bûy
Çu nifşên dî neşên taze li te bi nêrin
Dê leşê wan xur be dirî
Îro jî, wê dîtina hey rengê çavên wê esmanî
Wê ezmanê van rengên tarî nedizanî
Lewra bi tinê di keribên xwe da
Min dît ewê serê min yê birrî
Careka dî davegerin bila serê min wesa be
Ez hez dikim te ji bîr bikim
U herdu lêvên te bikeme pel
Da bêhna soravê jê bihêt
Li mişextbûnê kevokên te bikeme moxel
Da hetava ji esmanî dizêt, beref te bihêt
Ger îro, tu bi xwe bibayî paseportek
Belê serbest, ji kontirolan ne tirsiyabayî
Xur penaber davegerihên nav paxlên te
Min çu tiştek kirêt ne di ma li vê gerdûnê
Ger tu noke hemû xwîn û birîn nebayî
Ger bihêlin dê bi rondikan te bişûm ji reşatiya kilî
Lê mehborên te her demin, difina teya vereşiyaye û
Volkanên te hemû çaxan di peqin ji dilî
Dilbera min, guhên te yên bûyine elbûm
Li kêleka mirovê heyî rojihelatî
Tijî çavên wî barûtin
Di nav mirina hestiyan da yê bûye kûm
Pisiyarekê xwe ji min dizî çû dilê wî
Dît ku tevda keser li nikin
Li dûratiya…
Min guh li dengê wan heye, zelamek û du jinin
Şemendefer daristanên sirê dibire
Her umêda di vê geşta namoyê da dilvedgirît
Bi azirandina xwekuştinê dihevirrikin
Hebûna min hemû bi kînê dihête xwendin
Cîhana min penaberên ji xwînî nebin na wergire
Ew guhên he! Di hêtfonê da yên mismat bûne
Da çu dengên biyaniyan perdeyên wan hêrc neken
Ez yê di bînim sîtavka te li ber pencera min difire
Ger eve xewna min bibe, ez hez ji te dikem
Ger eve hatina te bîtin, noke lêvên teyên hingivîn
Li nav cîhana min ya befirê sorê wana, yê pîvazî ye
Tu baharbaya, da lêvên min, kulîlkên te kene hetav
Tu êvarbiba, da çavên min, li ser kezyên te bi rêve çin
Tu li vê geridê befira sarbayî, da esmanê min azire
Hemû eviran di avê de digre
Hemû bêhnên rendiya gulan, da hêne xwar
Hekû kevyên te diheliyan/behşta ahoramezdayî da afire
Min xwe ji bîrkir, hizirinekey min tu nevê
Eger rêya te dûr e
Ji şûnwarên min bi pirse ger tu neşêy
Ez hizir dikem, ew kiçika heyî li bermiber min ya rûgeşe
Car avirên dostanyê li min vedigêre
Ne pirça wê reşe ez bi te bi şipînim
Ne pirça wê zere, ku ez hetava spêde û êvarên te bibînim
Ger carubar di nêrrîte min, tirs dihêne min
Pirs dihête min, ne bi bawerim te bi xapînim.
Hizirvan
10/12/1997 Elmaniya/ Haylbirûnên.