Mahmûd Osman: Serdana şandeya Kurd ya Bexdayê arîşe çareser nekirin

Mahmûd Osman: Serdana şandeya Kurd ya Bexdayê arîşe çareser nekirin

Parlementerê Lîsteya Hevpeymaniya Kurd ya parlemena Îraqê Dr Mahmûd Osman diyar kir ku serdana şandeya Kurd ya ji bo Bexdayê pirsgirêkên di navbera herêm û hikumeta navendî de çareser nekirine û di vê bareyê de jî bê hêvibûna xwe derbirî.

Parlementerê Lîsteya Hevpeymaniya Kurd ya parlemena Îraqê Dr Mahmûd Osman beşdarê bernameya Rûdawên Evro ya televizyona Rûdaw bû û serdana şandeya Kurd ya Baxdayê nirxand. Osman diyar kir ku serdan erênî bûye lê belê di vê serdanê de ne madeya 140, ne pirsgirêka hêzên pêşmerge û ne jî pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser kiriye.

Osman got; ’Ji bo çareseriyên mayînde ji bo van xalan bihête dîtin divê rûniştinên berfereh pêk bihên. Barzanî di dema nivîsandina destûra bingehîn de 53 rojan li Bexdayê ma, divê ji bo çareserkirina van xalan jî heman helwest hebe’.

Osman da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan barê giran dikeve ser milê hikumeta Bexdayê û got ku ew aliyê serkîne û divê bi cidî nêzîkê mijarê bibin. Osman got: ’Ez di kiriyarên hikumeta Bexdayê de çi pêngavekê nabînim û çi guhertinek jî di siyaseta wan de nîne’.

Osman di berdewama axaftina xwe de amaje bi pirsgirêkên navxweyî ya siyaseta Kurdan jî kir û xwest ku yekîtî hebe, ji ber ku ev rewşa navxweyî karîgerî li siyaseta navbera hikûmeta herêm û ya navendî ya Îraqê dike.