Malikî bi fermî li tendirustiya Talebanî dipirse

Malikî bi fermî li tendirustiya Talebanî dipirse

Serokartiya Komara Iraq ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi awayekî fermî derbarê tendirustiya Serokomar Celal Talebanî pirsî ye.

Li gor daxuyaniya Serkotiya Komara Iraqê, şêwirmendê herî kevin yê Serokomar Ebdiletîf Cemal Reşîd serdana Serokwezîr Malikî kir.

Di daxuyaniyê de ku duh belav bûye, hatiye ku Malikî pirsa tendirustiya Talebanî ji Reşîd kiriye û wî jî di bersivê de gotiye “Tendirustiya Serok her ku diçe baştir dibe û gelê Iraqê dê ji encamên wê başiyê bê agehdarkirin”.

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîr Malikî hêvî xwest ku Serokomar bi selametî vegere Iraqê.

Berî niha Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî gotibû ku veşartina rastiya rewşa tendirustî ya Serokomar tiştekî şaş e û got ku ew hêvî dike rewşa tendirustiya Serokomar di rêya raporteke pizîşkî re bê ragihandin ji bo ku Parlamentoya Iraqê bikaribe piştr destûr bi cî bike.

Ji aliyê xwe ve, Srerokê frakisyona Hevpeymaniya Kurdistanê Fûad Mehsûm ku yek ji damezirênerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye, ji rojnameya Şerqulewset re got “Ebdiletîf Cemal Reşîd hevlingê Serok Celal Talebanî ye dibêje tendirustiya Talebanî başe, wate ev yek rast e”.