Malpera Rewanbej.net dîsan dest bi weşana xwe kir

Malpera Rewanbej. piştî navberdayîna salekê dest bi weşana xwe kir.
Malpera Rewanbej.net berîya bi salekê navber dabû weşana xwe. Malpera Rewanbej wekî malpera nûçevanî, çand, huner, magazîn, werziş, wêje û bi taybet jî wekî berheva nivîskarên Kurd yên bi hizir û nêrînên cûda di van deh salên dawî de di xizmeta zimanê Kurdî da bû. Piştî navbeyndana salakê, tevayî pergala Rewanbêj hate guhertin. Di warê bernamegerî û teknîka xwe a nû de, ji bo xwendekarên xwe û ji bo bikarhêner an ku nivîskarên Kurd dîsan dê bibe hol û lênivîseka azad.
Her kesê bixwaze bi Rewanbêj de nivîsên xwe bide weşandin, dikare bibe endam û wekî nivîskar cih bigre. Bêguman ji bo endamtîyê pêwiste Hel û Mercên malpera Rewanbêj bêne erêkirin. Malpera Rewanbêj, di warê hizir û nêrînan de çendîn malpereka azad be jî, di warê parestina hizir, nirx û çanda Kurdewarî de xwedan alî û pîvan e.
Endam û nivîskarên berê jî nivîsên xwe di malperê de hatî weşandin, dikarin careka dîtir nivîskarîya xwe ya Rewanbêj berdewam bikin. Nivîskarên, nivîskarîya xwe berdewam nekin dê pişka wan ya Rewanbêj bête rakirinê.
Ji îro pêve dîsan hun xwendevanên zimanê Kurdî yên hêja, hunê karibin nûçe, gotarên li ser mijarên cûrbecûr, mijarên werzişê, teknîkê, li ser zanist û felsefê, li her hemî hêlên jîyanê bixwînin.
Nivîskarên Rewanbêj û kesên dixwazin bibin nivîskarê Rewanbêj, tikaye ji bo me binivîsin da em pişka we ya rewanbêj vebikin an jî zanyarîyên we radestî we bikin da hun karibin nivîsên xwe bar bikin.
Ji bo peywendîyê : [email protected]