Mêhrîcana Munzûrê destpê kir

Mêhrîcana Munzûrê destpê kir

Sêzdehemîn Mêhrîcana Munzûrê ku ji aliyê şaredayi Dêrsimê ve dihête li darxistin bi govenda gelerî û pêşangeha wênevanên herêmî destpê kir.

Sêzdehemîn mêhrîcana çand û sirûştê ya Munzurê ku ji aliyê şaredariya Dêrsimê ve dihête organîz kirin, bi durûşma ’Li Dêrsimê ji bo qirkirina çandî û sirûştê re na, bergiriyê bike Dêrsim’, li pêşiya şaredariya Dêrsimê bi govendên gelerî destpê kir.

Hevseroka BDP’ê ya Amedê, nûnerê rêxistinên medenî û gelek welatî beşdarê mêhrîcanê bûn. Govenda gelerî rastê eleqeyek mezin hat û piştî govgendê pêşangeha wêneyan ya wênekêşên herêmî ya bi navê ’+ werz Dêrsim’ hate pêşkeş kirin.

Seroka şaredariya Dêrsimê Edîbe Şahîn di mêhrîcanê de axaftinek kir û diyar kir ku mêhrîcana wan ya îsal bi govendên Warwara destpêkiriye û di pêşangeha wêneyan de jî cih dane wêneyên profesyonel û yên amator.

Mêhrîcan bi panela li ser ’Doh, îro û sûbeya Elewiyên Dêrsimê’ berdewam dike.

Jêder: DİHA