MGRK û ENKS’ê li ser 3 xalan li hev kirin

MGRK û ENKS di encama civînên hefteyekê yên li Hewlêrê de li ser sê xalên wekî beşdariya li Cenevre 2, vekirina Deriyê Sêmalka û mijara girtiyan li hev kirine. Di daxuyaniya li ser encamên civînan de hat destnîşankirin ku guftugoyên navbera herdu meclîsan wê di demên pêş de jî dewam bikin.
Piştî civînên hefteyekê yên di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, îro daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê MGRK’ê Ebdulselam Ehmed ve hat dayîn. Ebdulselam Ehmed wiha got: “Em bejna xwe li hemberî şehîdên tekoşîna Rojavayê Kurdistanê ditewînin. Em silav li YPG’ê dikin. Em sipasiya birêz serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku karîn vê gengeşeya di nava herdu encûmanan de rakirin û me karî em îro li vir bicivin, dikin.”
Ebdulselam Ehmed diyar kir ku hatina wan a Hewlêrê ji bo berjenwendiyên gelê kurd e û wiha pêde çû: “Ti berjewendî ji yên gelê kurd bilindtir nîne. Hêz û tevgerên kar dikin ji bo berjewendiyên gelê kurd in. Ji bo parastina Rojava kedeke mezin hat dayîn. Ger hinek rexne li Desteya Bilind a Kurd (DBK) dikin ku çalak nebûye, lê di bin siya vê de kar û xebatek hat kirin. Ger rojava ket ferhenga siyasî ya hêzên navneteweyî, ji ber ked û wê berxwedanê ye. Em ligel wê yekê ne biraderên ENKS’ê wekî hêzekî şirîk di DBK’ê de bimînin. Em dikarin li Qamişlo jî rûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
ME LI SER SÊ XALAN LI HEV KIRIN
Hevserokê MGRK’ê diyar kir ku hatina wan ji bo sê xalan e û wiha behsa wan xalan kir: “Yek ji bo kongreya Cenevre 2 ye, ji ber ku qonaxeke wê pêşketinên li Sûriyê hemû di nav re derbas bibin. Kurd jî di vê yekê de aliyê sêyemîn in. Ger pirsa kurd di Cenevre 2 de neyê behskirin, ev kongre bisernakeve. Em gihiştin wê baweriyê kurd bi şandekê beşdar bibin û ji hêzên navneteweyî re bêjin kurd li Sûriyê hêza herî rêkûpêk e.”
Hevserokê MGRK’ê li ser meseleya rêveberiya demî û DBK’ê jî wiha got: “Ger ne ji ber wê rêveberiyê bûya, niha gelê me rastî gelek zehmetiyan bihata. Vê rêveberiyê ev mîsoger kir. Em dibêjin, kurd, ereb, suryan û yên din bi hev re werin û em vê rêveberiyê ava bikin. Di civînên bê de jî emê li ser vê mijarê guftûgoyan bikin. Ji ber projeyek di navbera me herdu encûmenan de hebû, me di 8’ê îlonê de îmze kir. Em jî dibêjin DBK pêwîstiyeke û bi milyonan mirovên me yên kurd gotin ku ev îradeya me ya siyasiye. Em dîsa li ser bingehê Peymana Hewlêrê ligel hev rûnin û em bikarin pirsgirêkên hene bi hev re çareser bikin.”
DERIYÊ SÎNOR Ê SÊMALKA TÊ VEKIRIN
Ebdulselam Ehmed bal kişand ser xala duyemîn û wiha behs kir; “Deriyê Sînor ê Sêmalka wê ji bo meseleyên însanî vekirî be û bingeh bê amadekirin ku di berjewendiyên gel de be, lê ev derî nekeve di bazara siyasetê de. Ji xwe divê sînor di navbera me de tine be.”
Hevserokê MGRK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Em berxwedana Rojava û şehîdên vê berxwedaniyê, li rojava şoreşek heye, bi sedan şehîd hatine dayîn û bi xêra van şehîdan îro em bi navê siyasetê daxivin. Em bejna xwe ji wan û malbatên wan re ditewînin.”
Li ser xala sêyemîn a rêkeftin di navbera herdu encûman de hatî kirin jî Ebdulselam Ehmed wiha got: “Guftûgo li ser meseleya girtiyên siyasî hat kirin. Me wekî MGRK’ê got ku emê ji asayîşê re ragihînin, ger rewşên bi vî awayî hebin, em jî qebûl nakin ti kes li ser dîtina xwe were girtin. Me li ser van xalan li hev kir.”
SERKETINA ROJAVA YA HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE
Hevserokê MGRK’ê Ehmed da zanîn ku çavê hemû gelê kurd li wan e û wiha got: “Serketina Rojava serketina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ketina me ya di rojava û eniya Serêkaniyê de, wê Hewlêr û Amedê jî bêxe di metirsiyê de. Îro wê DAIŞ û Cebhet el-Nusra li ser sînorê Sêmalka bûna. Bila her kes vê rastiyê di ber çavan re derbas bike. Bihar bihara gelê kurd e.”
Serokê ENSK’ê Tahîr Sifûk jî da zanîn ku ew sedî 90 şirîkê wan gotinên Ebulselam Ehmed in û got: “Ger meseleya Cinêv tê behskirin, lihevkirina me ya li ser wê tiştek din ji wê mezintir nîne. Îro gelê me di nava xwe de dibêje, Cenevre 2 yan wê Lozan an jî wê Sêvr be. Em bi hêvî ne bikin Sêver û nehêlin bibe Lozan. Me karî em sedî sed li ser vê meseleyê gavan bavêjin. Ger ji şandekê zêdetir beşdarbûn di Cenevre 2 de çêbibe, kurd wê kar bikin ku bi şandekî serbixwe û bi navê herdu encûman biçin. Ger mûxalifet bi şandekê here, emê bixwazin cihê me jî di nava wan de hebe. Me herdu encûmenan li ser wê yekê lihevkiriye ku Sûriyekî demokrat û hevgirtî be.”
KOMÎTEYEK JI 11 KESAN TÊ AVAKIRIN
Sifûr da zanîn ku ne gengaze bêyî guftûgokirin û çareserkirina pirsa kurd Sûriyekî nû were avakirin. Tahîr Sifûk ragihand ku wan li ser sê xalên wekî beşdarbûna di kongreya Cenevre 2 de, vekirina dergehê Sêmalka û dirûstkirina komîteyek ji 11 kesan ji bo parastina mafê mirov, rêxistin, siyasî û civakî bişopîne lihevkirine.
Serokê ENKS’ê li ser rêveberiya demkî jî ragihand ku wê çareseriyekê ji vê re bibînin, emê di rojên pêş de li ser Peymana Hewlêrê guftûgoyan bikin û em ji bo tiştên biçûk yekrêziyê xirab nakin.
anf