Misirê şiyarî da Tirkiyê

Misirê şiyarî da Tirkiyê

Tirkiyê kardaneweyek tund li beramber derbeya Misirê nîşandabû, ji ber vê jî rêveberiya nû ya Misirê şiyarî da Tirkiyê. Wezareta karên derve yê Misirê bang li balyozê Tirkiyê yê li Qahîreyê kir û helwesta Tirkiyê ya li beramber guhertina rejîma welatê xwe şermezar kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Misirê MENA ragehand ku rayadarên wezareta karê derve yê Misirê bang li balyozê Tirkiyê yê li Qahîreyê kir û helwesta Tirkiyê ya li beramber guhertina rejîma welatê wan de rexne kir û weke destkariya karên navxweyî ya Misirê binav kir û şiyarî da Tirkiyê.

Tirkiyê mudaxaleya leşkerî ya li Misirê weke darbe bi navkiribû û bang li rayagiştî ya navneteweyî kiribû ku kardaneweyê nîşan  bide. Di nava welatên cîhanê de kardaneweya herî tun Tirkiyê nîşan dabû û serok wezîr û wezîrê karê derve yê Tirkiyê derbe şermezar kiribû.