Mistefa Cuma: Divê rewşê de li Rojava pêdiviya hevgirtinê heye.

Mistefa Cuma: Divê rewşê de li Rojava pêdiviya hevgirtinê heye.

Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Cûma beşdarê bernameyekê televizyona Rûdawê bû diyar kir ku divê rewşê de li Rojava partî û hêzên Kurdî nakokiyên xwe daynin aliyekê û hev bigrin. Cuma balkêşa ser xeteriya ji hev qutkirina axa Kurdan û got ku metirsî ku li dijî Kobanê jî êrîş çêbibin.

Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Cûma beşdarê bernameyekê televizyona Rûdawê bû û rewşa Rojavayê Kurdistanê nirxand. Cuma got ’ez wesa bawer dikim ku Cebhet el-Nusra ji aliyê hind desthiladarn ve hatiye erkdarkirin. Zincîra sînor a Kurdistana Rojava hemû digihe hev, li Til Ebyed Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Dixwazin wan herêman ji destê Kurdan derbixin û ji bo navbera herêma Cezîrê, Efrîn û Kobanê ji hev biqetînin. Ev tiştekî xetere û divê Kurd li beramber rawestin.”

Li ser pirsa ka gelo kîjan hêz li pişta El Nusra ye Cuma got: ’Bi temamî ne zelale lê Suriye jî û Tirkiye jî piştgiriya vê hêzê dikin. Evro baştir diyar dibe ku berjewendiya Tirkiyê di vê qadê de zêdetire. Tirkiye di mijara çareserkirina pirsa Kurd de ne dilsoze. Li beramber vê rewşê divê opozîsyona giştî ya Suriyê jî xudan helwest be.

Der barê helwestên hêzên Kurd de jî Cuma diyar kir ku hêjta hevgirtinek bingehîn di nava Kurdan de jî nîne û ragihand ku divê bi van bûyerên dawî yên li Rojava, partiyên rojava nakokiyên xwe bidin aliyekê û wiha got: “Divê em hevdû qebûl bikin. Her kes bi erkê xwe rabe. Ez dikarim hezar leşkeran amade bikim. Aliyekî din dikare 2 hezar bide û divê em hev fêm bikin. Divê armanc û nêrînên Kurdan bibin yek.”

Li ser pirsa çima tenê YPG li herêma Serîkaniyê şer dike û hêzên din ên Kurd harîkarî nadin jî Cuma diyar kir ku eve xeletiya PYD’ê ye û got: ’PYD dibêje divê hemû tişt wek ez dixwazim be, nêrîn û harîkariya çi kesek din jî qebûl nake. Divê PYD dest ji vê helwesta xwe berde. Heger nêzîkatiyek hevpar çêbibe eve dê bibe parastina berjewendiya Kurdan’.

Cuma xwest ku ji bo ev nakokiyên di nava hêzên Kurdan de çareser bibe divê Desteya Bilind ya Kurdên Rojava bicive û bikare erkên xwe bi cîh bîne.

Rewanbej.net