Muslim carek din diçe Tirkiyê

Serokê PYD’ê Salim Muslim beriya serdana xwe ya Tirkiyê mijarên di rojevê de û der barê serdanên xwe yên Tirkiyê û Îranê axivî.
Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Salih Muslim diyar kir ku îro yan jî sube dê serdana Tirkiyê bike. Muslim beriya serdana xwe ya Tirkiyê der barê mijarên di rojevê de axivî. Muslim destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê pevçûnên di navbera YPG û çekdarên El Qaîde de didomin û got: ’Agirbesta cejnê bi dawî bû, pevçûn hene. Li Rojavayê Kurdistanê êrîş û komkujî li dijî gelê Kurd heye. Di mizgeftan de bang dikin û dibêjin hemû tiştên Kurdan helalin. Li Til Hasil û Til Aranê bi sedan kes hatine kuştin, bi sedan kes ji malê xwereviyan. Rusyayê û her weha wezareta karên derve yê Emerîkayê jî behsa vê komkujiyê kir, şermezar kirin.
Muslim diyar ki ku di destê wan de belgeyên komkujiyan hene û got: ’Di destê me debelge hene. Her weha ew hinde dîmen hene. Mexdûrên van komkujiyan hêşta jî saxin’. Muslim daxuyand ku di nava artêşa azad ya Suriyê de komên selefî hene û ji artêşa azad jî xwest ku van koman ji nav xwe derbixe. Muslim got: ’Artêşa Azad got ku ew Cebhet El Nusra ji xwe hesab nakin lê hêşta jî hindek komên artêşa azad harîkariya El Nusra dikin. Heger artêşa azad bi rastî demokrasiyê dixwaze divê xwe ji van koman dûr bixe.
Der barê serdana xwe ya Tirkiyê de jî Muslim da zanîn ku di hevdîtina li gel berpirsên Tirkiyê mijarên harîkariya mirovane û vekirina deriyên sînor guftugo kirine û vê carê jî dê rojeva wan heman awayî be. Muslim got ku ew di gel Tirkiyê di nava diyalogê de ne. Muslim diyar kir ku helwesta Tirkiyê ya li beramberê wan jî hatiye guhertin. Muslim got: ’Ti planek me yê veşartî li Suriyê nîne. Em Suriyeyek demokratîk û bi îstiqrar dixwazin. Sînorê Tirkiyê yê di gel Suriyê jî 900 km ye. Lewra asayîye ku ew jî ewlehiya sînor bixwazin’.
Sebaret bi serdana xwe ya îranê jî Muslim daxuyand ku ew cara yekemîne ku diçe Îranê û ev serdana wî jî bi armanca hevnaskirinê pêk hat. Muslim got ku ti kes nikare Îranê jî derveyî pêvajoya li Suriy3e bigre.
Rewanbej.net