Muslim: Em hukumetek berfereh ava dikin

Muslim: Em hukumetek berfereh ava dikin

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim beşdarê bernameyekê televizyona Gelê Kurdistan bû û daxuyand ku ew hewl didin ji bo rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftên gel, hikûmetekê berfereh ava bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê Salih Mislim Mihemed di berdewama axaftina xwe de got: Em hikûmetekî berfereh saz dikin û em naxwazin ti kes û aliyên siyasî û medenî yên Rojavayê Kurdistanê li derveyî hikûmeta Rojava bimînin û em bi hêvîne ku hemû bi me re bin taku em karibin bi hev re kar bikin û eger we nebe, zehmete ku em bi tenê hikûmetê bi rêve bibin.

Der barê redkirina desteya hevrêziya nîştimanî ya guhertinên li Sûriyê ji hikûmeta demî, Salih Mislim aşkire kir ku ew doh di gel komîteya wê desteyê civîyane û sedemên sazkirina hikûmeteke demî li Rojavayê Kurdistanê û me ji wan re bi berferehî şirove kirine û ti niyetên wan yên cudabûna ji Sûriyê nîne. Salih dazanîn ku desteya hevrêziya nîştimanî ya guhertinên li Sûriyê projeya hikûmeta demî ya Rojavayê Kurdistanê pejirandiye.

Der barê rizgarkirina Serê Kaniyê de, Mislim aşkire kir ku bajarê Serê Kaniyê her ji berê ve rizgar û azad e, lê hinek komên ser bi Cebhet El-Nusreyê li ber deriyê sînorê Tirkiyê bûn û me nexwast kêşe pêdebibin, lê wan rihet neskinîn û dest bi tevlîheviyan kirin û YPG`ê jî ew ji wir terxistin.

Jêder Puk media