Salih-Muslim-Portrait-Rewanbej
Muslim: Tirkiyê êrişî me bike dê xwe biparêzîn

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim piştrast kir ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê ji wan re çek şandine. Herwiha navbirî derbarê gefên Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu jî daxuyaniyek da.

Muslim di hevpeyvîna bi Ajansa ANF’ê re diyar kir, çekên ku ji wan re hatine şandin dê li hemberî DAIŞ’ê bên bikaranîn û ev çek ji bilî Rojava li ti devereke din nayê bikaranîn. Herwiha Muslim bang li Tirkiyê kir ku siyaseta xwe ya dijminatiya Kurdan bihêle.

Muslim piştrast kir ku Amerîkayê 50 ton çek daniye herêma di bin kontrola wan de, “Ji me re û ji komên hevalbendên me re 50 ton çek hatin şandin. Ev hê destpêk e, wê dewama van çekan jî hebe”.

Muslim da xuyakirin, ku divê Davutoglu êdî dev ji gefên xwe yên vala berde, “Ev çek tenê bo me nehatine şandin. Ev çek ji bo komên Ereb yên em bi hevre tevdigerin re jî ne. Îdîayên bikaranîna van çekan li Tirkiyeyê yan jî li cihekî din, hewldaneke berovajîkirina rastiyan e. Ev çek hema hema têra me bikin. Bi van re em xwe li hemberî DAIŞ’ê diparêzin. Ji PKK’ê re naçe”.

Muslim herwiha got, ger Tirkiyê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike, em dê xwe biparêzin. Em êrîşî kesî nakin, lê kî êrîşî me bike em dê xwe li hemberî wan biparêzin. Me hertim banga biratiyê li Tirkiyeyê kir û heta niha bi ti awayî me ti helwesteke neyînî li hemberî wan nîşan nedaye”.

Di bersiva pirsa di demên dawî de têkiliyeke wan bi Tirkiyê re çêbûye, Muslim got, “Em dê çawa bi yên ku her roj ji me re dibêjin ‘terorîst’  çawa karibin hevdîtinê çêbikin”.

Hevserokê PYD’ê, derbarê operasyona li Reqqa û Cerablûsê jî axivî û got, mesele li ser masê ye û niha hewil hene ku dema wê bê diyarkirin. Muslim destnîşan kir ku Rûsya jî wê bi erênî nêzî oparasyonê bibe.

Nûkirina Dawî : 14 Oct 2015 21:37

Xwendin: 142


Leave a Reply