Muslim: Tirkiye ji hebûna Kurdan ne acize

Muslim: Tirkiye ji hebûna Kurdan ne acize

Serokê PYD’ê Salih Muslim der barê hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê got ku Tirkiye ji hebûna Kurdan ya li Rojava ne acize. Muslim diyar kir ku di dema pêş jî dê hevdîtinên wan berdewam bikin.

Serokê PYD’ê Salih Muslim bi serdanekê gehiştibû Stembolê û li vê derê bi rayadarên hikûmetê û yên îstîxbaratê re hevdîtin encam dabû, der barê hevdîtinên xwe de daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA). Muslim diyar kir ku geşta wî li ser vexwendina Davûtoglû pêk hatiye û wan di hevdîtinan de behsa ewlekariya sînor û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê kirine. Muslim got ku di dema pêş de jî wê hevdîtinên wan bi rayedarên dewletê re çê bibe.

Salih Muslim got ’Sînorê Tirkiyê û  Sûriyê 900 kîlometre dirêj e. Lewma rûdanên her du aliyan karigerî liser ya din dike’. Muslim diyar kir ku di dema dawî de mijara xweseriyê ketiye rojevê û got ku ev agehî ne raste û ew tenê hewl didin li Rojava rêvebiriyekê demkî ava bikin. Muslim got: ’Me ji tecrubeyên xwe fêm kir ku êdî pêwistî bi rêveberiyekê heye. Hem ji bo xwarin, vexwarin û hem jî ji bo hemû pêdiviyên civakê sîstemek hewceye. Heta çareseriyeke siyasî ji bo Kurd, Tirkmen û Ereban bihête peydakirin, me xwest rêveberiyeke demî bê avakirin. Me di hevdîtinên xwe de behsa van kir.”

Muslim diyar kir ku di hevdîtinê de rayedarên Tirk gotine ’ev mafê we ye’. Muslim da zanîn ku Tirkiye dê her alî de alîkariyê bide wan û got: ’Yanî wê alîkariya însanî bide gelê me. Ev jî baş bû. Ji xwe ewlekariya sînorê me, ewlekariya sînorê Tirkiyê ye.”

Muslim di dawiya daxuyaniya xwe de got, “Tirkiye ji hebûna Kurdan ne aciz e. Em silavên xwe li gelê xwe dikin. Bila li pêş binêrin, rojên xweş li pêş in. Hêvîdarim wê ev hevdîtin jî ji bo gelê me baş bin.”

Jêder DİHA