• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Muslîm û Ebdulah cardin weke hevserokên PYD’ê hatin hilbijartin

Muslîm û Ebdulah cardin weke hevserokên PYD’ê hatin hilbijartin


barkirin: Êlûn 21, 2015, 11:46


6. Kongireya Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) li bajarê Rimelan ya Rojavayê Kurdistanê didome.

Ligor malpera fermiya PYD’ê di roja duyemîn a kongirê de (21’ê Îlonê) hilbijartin ji bo hevseroktiya partiyê hatin kirin û di encamê de Salih Muslîm û Asya Ebdulah careke din wek hevserokên vê partiyê hatin hilbijartin.

Di hevpeyvîneke taybet de b Dengê Amerîkayê re (VOA News)’ê  Perpirsê Rêxistina PYD’ê li Ewrûpa, Zûhat Kobanî girîngiya 6.Kongreya PYD’ê nirxand: “Kongireya weke konferanseke netewiye jiber ku hemû partiyên serekî yên Kurdistanê têde beşdarin û piştgiriya xwe ji me re nîşan dan”.

Kobanî dibêje, Kurdên Rojava hem di qada netewî û navnetewî de bûne aktorên girîng û Berxwedana Kobanê rol û bandoreke mezin li ser vê rewşe hebûye, “ Me di rêziknameya Partiya xwe de hin guhertin çêkirine ku bikanibin bersiva hêvî û daxwazên ji me bibin loma organên partiyê hatine berfireh kirin”.

6. Kongireya PYD’ê roja 20’ê Îlonê û di 12 mîn salvegera PYD’ê de li bajarê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê destpêkir.

dîtin: 165

Pêveker:

muslîm û ebdulah cardin weke hevserokên pyd