Navbeyna Fethullah Gulen û Cihûyan pir başe

Navbeyna Fethullah Gulen û Cihûyan pir başe

Sernivîserê rojnameya Sabah ya Tirkiyê Mehmet Barlas di hevpeyvînekê xwe yê bi rojnameyekê Rûsî re der barê Fethullah Gulen de şiroveyên balkêş kirin. Barlasî Fethullah Gulen şibande spekulatorê navdar George Soros.

Peyamnêrê rojnameya Pravda ya Rusî Darya Aslamova di gel sernivîserê rojnameya Sabah ya Tirkî Mehmet Barlas hevpeyvînek kir û der barê rewşa Tirkiyê, serokwezîr û serokê cemaeta Gulen Fethullah Gulen de pirs jê kirin. Darya Aslamova ku Mehmet Barlasî weke dostê dêrîn yê Erdoxan pênase dike, dipirse ka Fethullah Gulen kî ye, karîgeriya wî ya li ser Tirkiyê çiye? Barlas jî wiha bersiv dide: ’Gulen her wekî Sorosê mislimanane’.

Di vê hevpeyvînê de şiroveyên Barlas balkêş bûn; hevpeyvîn wiha ye;

Darya Aslamova: Karîgeriya Gulen li ser polîsan heye. Ji ber vê dibêjin ku ji bo polîs destwerdanekê tund bikin wî provakasyon kiriye?

Mehmet Barlas: Ez yeqîn nakim. Lê raste ku karîgeriyek mezin yê Gulen li ser polîs, dadgeh, dozgerî û bi gelemperî jî li ser hêzên ewlekariyê hey.

Darya Aslamova: Gulenê di rojnameya Zaman de rexne li Erdoxan girtin, ji ber çi ev rexne kirin?

Mehmet Barlas: Gulen dixwaze li gel Erdoxan desthilatê parve bike. Zêdetir jî li ser Tirkiyê bibe xudan hêz û gotin û her weha dixwaze zilamên wî di payeyên giring de cîh bigre. Lê belê her du jî der barê paşeroja welat de xudan  nêrînên cuda ne. Gulen xiyala Tirkiyeya îslamî dike. Erdoxan Tirkiyeyek geşedayî dixwaze. Gulen li Emerîkayê dijî û naxwaze vegere welatê xwe. Pêwendiya wî ya di gel Cihûyan pir başe. Her weha di gel Papayê jî hevdîtinan dike. Ya herîgiring jî Emerîka dixwaze tevna mezin ya Gulen li dijî El Qaîde û Hîzbûllahê bikar bihîne.