wpid-hesen_hecisileman.jpg
Navdarê Kurd Hesenê Hecîsilêman çû ser dilovaniya xwe

Navê Hesenê Hecîsilêman (Hesenê Eylazê Mihê Hecîsilêman) eyana di nava dîroka wêjeya kurdê Sovetstana berêda (Hevalbendêya Yekîtiya Komarên Serbixwe) usa jî ji sînorê wê der çawa helbestvan, niviskar, ronakbir, rojnemevan, wergervan dersdar û pêşewtîye çanda kurdîye herî naskirî. Ew zûva xwendevana ra nase û di nava wêjeya kurda da ciyê xweyî layîq girtiye. Hesenê Hecisilêman usa jî tê hesabê berdewemvanê wêjeya kurdîye kevnare klassîke.    

Bav û bapîre H. Hecîsilêman ji eşîra birukane, ji êla qerkane. Bapîrê wîya Salih Beg, Hecî Elî, Hecî Silêman, Mihe Hecî Silêman serokêd êla qerka bûne. Ronakbir, zimanzan, helbestvan xebatkarê Dewleta Sovêtêye mexlûqetîyê Wezîrê Nadirî kurapê bavê Hesenê Hecîsilêmane.

Sala 1926-a pey şerê Şêx Seyîd tevî çar hezar malbetê kurd malbeta bapîrê wî ji zulm û zordestîya Roma Reş derbazî welatê Sovêtê (Şewre) bûye. Bapîrê wî li herêma Wanê (Kurdistana Bakûr) çawa serokê eşîra qerka bi navê Memed Begê nav û deng bûye.

Hesenê Hecîsilêman (Hesenê Eylazê Mihê Hecîsilêman) sala 1951-ê, 26-ê mijdarê Ermenistanê, nehîya Vêdîyê (Araratê), gundê Taytanê (Vanaşênê) malbeteke rêjberda ji dîya xwe bûye. Emir, jîyana wî pir dijwarî û sexîrtî hatîye derbazkirinê. Ew dema peyî şere Hemûdinîyayêyî Duemîn bû, dewleta Sovête dest bi dacekirina welet dikir. Gelê Sovêtê bi kel û bîn dixebitî ku şaristanîya welat bilindke, dema şerda kaf û kûnkirina bajar û gunda ji nûhva avake.

Dema şerê Hemûdinyayêyî Duemîda gelê kemnetew nedibirine şerda. Bavê wî Eylazê Mihê çawa ku gelê kemnetew ne birine şerda, ew li gunde xweda ma. Wî orgîya peyî şerda bi welatparezî, ji boy altindarîya welatê xweyî Sorête kar dikir. Ji boy xebata baş Î.V. Stalîn ew bi mêdalyona ‘’Ji boy karê baş’’ rewa kir.  Eylazê Mihê nava êlêda dihate naskirinê çawa dengbêjekî baş. Ewî zargotşna cimaetê-folklora kurdaye dewlemend bawerbikî bi temamî zanibû. Sed heyf, Hesen bavê xweyî hizkirî ter nedît, xezna dilê wî venekir. Sala 1956-a bavê wî dikevê teşkela tirapîkiyê jîyana xwe dest dide. Hesênê piçûk du bira û du xuşkava sewî dimînin. Dayka wîye 30 salî ji boy zarokêd xwe Aminê, Huseyn, Asîyaye û Evdilrehman mezîn bike, him melbetêda karê mêra, him jî yê jîna dike. Pênc salîya xweda wî  huba bavê hundakir. Alava dilê bavê bi destê dayîka wî Fatma Mehmed digêje Hesen. Fatma jineke gelekî aqil û zanebû. Nava gundda cîrokbêja here eyan digate naskirinê. Wê ne ku tenê zarok mezin dikir, lê usa jî bi telîm, terbîya wanra mijûl dibû, îlahî huba ewladê xwe berbi zargotina cimaeta me zêde dike, xût ew bû menî, wekî Hesen xwe berbi wêjeyê, poêzîyayê girt. Bire Hesenî mezin Huseyn birê xwe Hesen û Evdirehman danê xwendine. Xalê wî Elîye Sofî (Elîye Mehmed) alîkarî dida xuşka xwe ku zarokêd xwe mezinke.

            Helbestvan behsa serhatîya emr û jîyana xweda aha dinîvse: ‘’Bavê min Eylazê Mihê Hecîsilêman sala 1956-a kete teşqela tirapîkîye ez, xûsik û birayê xweva sewî man. Dayka min Fatma jineke gelekî jê hatî û aqil bû. 30 salîya xweda neçu mêr, em xweyîkirin. Kolxozêda şev û roj dixebtî ku me bide firê, mezinke. Min 11 salîya xweda destbi xebatê kir: li deştên gunda, gîha diçinî, ka berav dikir, erd vedida, baxê ber derê bavê xwe bêçar dikir, pez diçêrand. Alîki ji kitêb ji destê min nediketin, min ew pir hez dikirin şev û ro ew dixwendin’’.

Helbestvanê hêja li gundê Taytanê û Demirçîye mezin bûye. Zarotîya wî di nava gul û sosin, mêrg û çîmanê zozanêd Egrîcê û Qizilzîyaretê derbaz bûye. H. Hecîsileman sala 1971-ê dibistana navîne ser nave Î. Nesîmîye gundê Şîrazlûyê, nehîya Araratê xilaz dike. Pey xilazkirina dibistanê, heman salê li bajarê Yêrêvanê ew qebûlî zankoya ser navê X. Abovyane Ermenîstaneye Dewletêye Pedagogîyê, para zimîn û edebîyatê dibe. Sala 1975-a wêya bi serfiniyazî xilaz dike. Heman salê dibistana gunde Şîrazlûyêda dibe dersdarê ziman û edebîyata kurdî û azirbêcanî. Di dibistanê da komêd kurdîye reqasê û şanoyê çêdike.

            1988-ê salê wexta şer û pevçûna navbera ermenî û azirbêcana ji bona Qerebaxa Çîya kurd jî mecbûr kirin ku, ji cî-warê xwe ji Ermenistanê kocberbin. Kurdê bê sûce, bê gune perce-perce dibin. Pareke wan diçin Ûrisêtê, yê dinê jî diçine Azerbacanê, Qazaxistanê û Asîya Navin.

            Tevî bi 15 000 kurdê musulman Hesen jî ji Ermenistanê bar dike, tê komara Qazaxistanê, herêma Alma-Atayê, nehîya Îlîyê, gundê Aşîbûlaxê.

            Helbestvanê wexta hate Qazaxistanê ji boy wî pir dijwar bû. Ew ji dost û bira, qewm û lêzima, heval, hogira qetîyabû. Gundê ku lê mezin bûbu jê dûr ketibû, wexta gund û heval hogirê wî diketine bîra wî, ew seva wek merê birîndar kelek-kelek weldigerîya xewa wî nedihat. Nezanebûna zimanê qazaxî ser wî pir tesîr dikir, wî gilîda xwe ku wedekî kinda zimanê qazaxî hînbe. Ew wedekî kinda zimanê qazaxî hînbû. Dest pekir dîrok û wejeya qazaxa hînbe. Paşwextîyê wî helbest û serhatîye, helbestvan û nivîskarê qazaxa Abay Kunanbayev, Janbûl Jabayev, Îlyas Jansûgurov, Sakên Sêyfûlîn Mukagalî Makatayev terçûmeyî zimane kurdî kir.  

            Hesenê Hecîsilêman ji wan rewşenbirê kurdaye, kîjan ku hê salên weşandina kovar û rojnamê kurdiye ewlîn da li bajarê Alma-Atê tevî Nadir Nadirov, Knyazê Îbrahîm, Eskerê Boyîk, Salhê Seyadî, Rostemê Biroyî, Mihmede Misto karê xweyî layîqî kiriye, di nava teşkilkirin û weşana wanda.

            Sala 1995-a li bajarê Alma-Ate bi serokvanîya serokkomarê Qazaxistanê N.A. Nazarbayev Yekîtîya Gelê Qazaxistanê hate saz kirinê. Rex YGQ-ê ji boy her neteweke dibistanê yekşemê têne teşkîlkirine. Usa jî bona kurda dibistana yekşemê tê vekirinê. H. Hecîsilêman wê dibistanêda ji sala 2001-a hetanî naha dixebite dersdarê zima û wêjeya kurdi. 

            H. Hecîsilêman hê salêd xwendinêda dest bi efrandinên bedewetîye dike. Helbest, serhatî, kurteçîrok, romanok, miqalêd nifşen cuda-cuda dinvîse. Kîjan wextêda kovar û rojnamêd kurdî û ûrisîda hatibûne neşirkirinê. Ew rojname û kovarana evanane: ‘’Rya teze’’ (Yêrêvan), ‘’Welat’’,  ‘’Êsmêr’’ (Stanbûl), ‘’Axinya Welat’’, ‘’Golos kurdov’’ (Moskva), ‘’Kurdskîyê vestî’’ (Krasnodar), ‘’Kurdistan’’, ‘’Jîyana kurd’’, ‘’Karavan’’, ‘’Ognî Alataû’’, ‘’Azîya daûisi’’, ‘’Korîzont’’, ‘’Kovçek’’, ‘’Naçnyom s ponidêlnîka’’ (Alma-Ata), ‘’Dengê kurd’’ (Bakû), ‘’Prostor’’, ‘’Nûbar’’, ‘’Jêr jîhan’’ (Alma-Ata) û yêd maîn. Efrandinêd wî şikil û serecema xweva gelekî hewaskar û orîjînalin, şedetîya wê yeke didin, wekî goveka efrandinêd helbestvan pircûre û dewlemende. Fikir û sûjêt nava efrandinê wîda tu wext nayêne wekilandînê, fikrêd noetîkyêye nûhva helbesta diefrîne û divîse.

            Sala 1995-a berevoka helbestvanê yekê ‘’Dilê min’’, berevoka duda sala 1996-a ‘’Hesreta welat’’ tê neşirkirinê. Ev berevokana helbestvanra nava gelda nav û deng, hurmet û sîyanet qazanc dikin. Sala 2009-a berevoka wîya oçepka bi navê ‘’Rîya emir’’ tê çap kirine, dû wêra sala 2012-a berevoka wîya helbestaye bi navê ‘’Axina dil’’ ronahî divîne.

            ‘’Axîna dil’’ berevoka Hesenê Hecîsilêmanê çaremîne. Di vê berevokê da hîmlî helbestên wiye lîrîkî û welatparêzî cî-war bûne, kîjan ku bi kel û bîn, bi alav û şewata gur va hatine sêwrandinê. Fikir û mitalê wî gelekî kûrin û baş têne fehm kirinê. Efrandinê wî şikil û serecama xwe va gelekî balkêş û orgînalin, şedetiya wê yekê didin, wekî goveka efrandinêd helbestvanê hêja pircûre û dewlemendin. Fikir û sûjêt nava efrandinê wî da tu wext nayêne wekilandinê , fikrên poêtîkiyêye nûhva helbesta disêwrîne û dinivse.

            Meydan û hidûte ditinê wî daha mezin û dewlemend dibin. Berevoka ji alîyên xwendevan û edebîyatzanêd kurd û ûrisada bilind hatine qîmetkirinê, rûpêlêd kovar û rojnamada qîmetê xweye layîd stendine.

            H. Hecisilêman pey van berevokara hate naskirinê, çawa ku, helbestvanekî pir merîfet. Goveka efrandinê Hesenê Hecîsilêman fire û rengawazin. Mijarêd efrandinê wî cuda-cudane: lîrîka, welatparêzî, hub û hezkirin, tore û telîm, bedewatiya nexş û nîgarê tebîyetê, dostî û biratiya gelane. 

            Em berevoka helbestê wîye pêncemîn ‘’ Welat gazî min dike’’ raberî xandevana dikin. Berevokêda helbestê wîye orjînal bi dil û can, kel û şewateke gurva bi zimanê kurdîyî paqijva hatine nivîsarê. Kîjanada fikir û mitalê helbestan gelekî kûr, pircûre bi fîlosofî têne efrandine. Welatparêzî, hub û hezkirin, pesnê tebîete, pirsêd filosofî-dîdaktîkîyê, dostî û biratîya gela sereçema efrandinêd helbestvanê hîmlîne.

            Helbestvan bêhed û bêhesav welate xwe hez dike, derd û kulê Kurdistanê her gav dilê xweda disewurîne. Bindesîya gel û welêt gelekî wî ber xwe dixe. Aha helbesta wîye ‘’Hesreta welat’’ em dixûnin:

                                                             Welatê min Kurdistan,
 Li ser teye mij-dûman,
 Birindare dilê min
Ava te boy min derman.
 Welatê min Kurdistan,

                                                               Zûva maye bindestan,
Xwezil ew roj bihata
Aza bûya Kurdistan.

       Helbestvan bi optîmîstî nezîkî azabûna gel û welate xwe dibe. Ew zane, wekî azabûna kurd û Kurdistanê ne dûre, rêdaye te. Ala rengînê wê ser axa wê bimilmile, bona wê yekê jî helbestvan helbesta xweya ‘’Rya min’’ da aha dinvîse:

                                                               Azabuna me ne dûre,
Mera ewa îşiq-nûre.
Bawer dikim, wê bivînim,
Xema dilê xwe derînim.

            Kurdistan welatê cîyane, tebyîeta wê bedew û rengawaze. Hewa wê temîz û xwaşe, çawa bêji meryara dermane. Baharê deşt û zozan, cîya û banîyê wê hezar yek rengîva, bi gul û sosinava tene xemilandinê. Kurdistan him jî kana avêye, xule-xula cem kanîyê wê nava kevir-kucikada diherikin, jorda têne xarê. Qey bêjî klama divêjin. Bedewîya cîya, cem û kanîyê Kurdistanê helbestvan helbesta xweye ‘’Cyaêd me’’ daha dide kivşê:

Gişk mêrg û çîmanin,
Kulilkêd reng-rihanin,
Serêd wan mij-dûmanin,
We bîrnakim cîyaêd me…

 
Avên wana zelalin,
Bilbilin gale-galin,
Mîna kecên delalin,
We bîrnakim, cîyaêd me…

Mijarên efrandine H.Hecîsilêman dewlemend û pir nivşin. Wî hez û qewata xwe pir nivşên wêjeya kurdîda ceribandîye di nava wanda bi serbilindayî derketîye.

            Mijarên helbestvan yek jî mijara dayîkeye. Dayîk di nava mijarê wida di asta here bilindaye. Wexta helbestvan dayîk divêje welat dikeve bîra wîda, wexta welat givêje dayîk dikeve bîra wîda. Welat jî, dayîk jî ji boy wî pir baekêşin. Dayîk di malbetêda karkire, telîm-terbîyedare, zarok xayîkirîye û bi gilîkîva ew stûna malbetêye. Helbestvan behsa dayîke di helbesta xweye ‘’Wexta dayê divêjim’’  van benda dinîvse:

 Wexta dayê dibêjim, pêş we xwe ditewînim,
Bona min pir ezîze, wek zîyaret dihevînim.
Ew şîrê wê daye min, mîna ava zelale,
Keda weye kişandî, eze bikim helale.

 

Wexta gayê dibêjim, welat teye bîra min,
Nava gelê dinê da ewe rewş û xemla min
Min ra xayî, xwedane, nav û dengê, namûse,
Mal û dewlet, zer-zewar, îşiq, ronî, çirûse!

 

            Mijarên helbestvan rengawazin yek ji wan mijara, bedewetîyêye, ya keca zerîya, dota kurde. Ew bedewîya keça kurda di helbestvan xweyî ‘’Bejna te bilinde…’’ aha disewrîne:

Bejna te bilinde, mîna çîyaye Araratê,
Gulîye te dirêjin, mîna çeme Firatê.
Birî-bijangê te, mîna tîr û kevanane,
Rev û beja te, mîna reva xezalane.

Dev û lêvê te, şirînın wek şekirê Nevatê,
Tu nûr û şemalê didî, li ser Sîpan, Xelatê.
Sûretê te, sorin mîna sêvê Meletêyê,
Bedewin ew wek, beybûn, alala Amedîyê. 

 

            Gelek efrandinêd wî hê nehatine neşirkirinê. Ew hîmlî helbest, serhatî, povêst, roman, dirama û oçerkin kîjanê zûtirkê wê bêne çapkirinê.

            Hesenê Hecîsilêman ji sala 1994-a endeme rojnemevanê Qazaxistanêye, ji sala 2005-a endemê PEN-a Kurde navnetewîye, ji sala 2012-a endeme nivîskarê Qazaxistanêye. Sala 2014-a ji boy dostî û biratîya gelan û ji boy xebata baş li navçêya Îlîye, herema Alma-Atê navê ‘’Navçêya herêma Îlîyêye hurmet’’ va tê rewakirine. Serokkomarê Dewleta Sovêtêye Sosîalîst M.S. Gorbaçov sala 1985-a dest bi seyaseta daçekirina Dewletê Sovêtê kir. Wî her komareke Sovêtêda mecal sazkirin ku ji boy her gelekî kêmnetewra navenda çandî vekin. Sala 1990-î serokê Fêderasîyona Yektîya Kurdên Sovête Mehmedê Silo Babeyev, Nadir Nadirov, Knyazê Îbrahîm, Elîye Evdilrehman û Wekîl Mistefayev ji dewleta Sovêtê (Şewrê) îznê werdigtrin ku li komarên Sovêtê yekêda kovarek û rojnemeke kurdî weşan bike. Dema nava rev û bezêda roşenbîrê kurdê Ermenîstanê her yekî berê xwe dabû welatekîda, kurt gilî bela-bela bûnûn. Di nava komarên Sovêtêda piranîya roşenbîra beravî komara Qazaxistanê bûbûn. Ji boy wê yekê jî Fêderasîyona Yekîtîya Kurdê Sovêtê ‘’Yekbûn’’ ê qirar qebûl kir ku rojneme û kovar li Qazaxistanê bê weşandinê.

            H. Hecîsilêman ji sala 1991-e dibe rojnemevanê rojnama ‘’Kurdistan’’ û ji sala 1992-a dibe rojnemevanê kovara ‘’Nûbar’’, ji sala 1998-a hetanî vê gavê redaktore rojnama ‘’Kurdistan’’, (‘’Jîyana kurd’’) e. Nav gelda ew usa jî tê naskirinê çawa rojnemegerekê baş.

            H. Hecîsilêman helbestvanê hêja sala 1993-a tevî Mecîdê Silêman li gundê Aşîbûlakê komen folklorêye reqasê û şanoyê çêdike, ji boy têrenekirina aktyora, ew xwe jî di koma şanoyêda aktyorîyê dike. Hecîsilêman di nava kurdê Qazaxistanêda û Asîya Navînda tê hesabê çawa ku ronakbir, pêşewtîye çanda kurdîye eynîsî. Ji sala 1990-î di nava kurdê Qazaxistanêda gund bi gund, bajar bi bajar digere bi diravê xweva halet û eşyayê kevnar berav dikir ji boy pêşengehên kurdî. Wî bi dehan peşengehê kurdî nîşanî gelê Qazaxistanê û Asîya Navîn kirine. Ji alîyed dewleta Qazaxistanê bi diyarîye bi qîmet û rewanamava hatîye rewakirin. We usa jî ji wan roşenbîra yeke ku teşkildarê parçika kurdîye mûzêya dewleta Qazaxistanêye navendîye.

H. Hecîsilêman ji bona dostî û biratîya gelan û xebata baş ji alîyêd hukumata Qazaxistanê bi 35  rewanema, medala ‘’10 salîya Yekîtîya Gelê Qazaxistanê’’, ‘’Elimandina ulumê Nadirov’’, medala zêrîne ‘’Birlik’’ ya Yekîtîya Gelê Qazaxistanê ye civakî û medala çivakîye dostanîya qazaxa-kurda ‘’Hevî’’ va hatîye rewakirinê.

            H. Hecîsilêman gelek çaran Qazaxistanê, li walatên Sovêta Berê û Kurdistanê beşdarî gelek çalekî, şayî, sêmînar û konfiransêd navnetewî bûye. Yek ji wana sala 1998-a li bajarê Moskvaye konfiransa bi navê ‘’Çand û hunera kudên Sovêta Bere’’ ye herwah ya duemîn sala 2010-a li bajarê Silemanîye konfiransa helbestvan û niviskarê kurdaya hemûdinyayê bi navê ‘’Gelewej’’ e, ya sêemîn sala 2012-a li bajarê Erbîlê konfiransa bi navê ‘’Lawanê’’ û ya çaremîn sala 2013-a ya konfiransa li bajarê Bîşkêkêye bi nav ‘’Çand û hunera kurdê Qirgizistanê’’ û yêd mayîn.

Sala 2011-ê behsa emir, jîyana H.Hecîsilêman di kitêba ‘’Merîye Qazaxistanêye nav û deng’’ hatîye nivisarê. Sala 2013-a li bajarê Moskvayê kitêba antologîya nivîskarê Qazaxistanê ‘’Helbestên karîbanen qurnan hatîn’’ ji sê çilda hate neşirkirinê. Di kitêbêda behremên 70 helbestvan û nivîskara ronahî dîtîye. Di we kitêbêda behsa emr, jîyana û helbestê H.Hecîsilêman hatîye weşandinê.  

Kurdistan Post
Hejarê Şamil

Nûkirina Dawî : 21 Oct 2015 23:47

Xwendin: 206


Derbarê nivîskarde